ManşêtNûçe

Rêveberiya Xweser banga piştgiriya hemleya qedexeya qada hewayî kir

Îro Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a bakur û rojhilatê Sûriya daxuyaniyek da derbarê êrîşên li ser bakur û rojhilatê Sûriya, di daxuyaniyê de daxwaza girtina qada hewayî li ser herêmên bakur û rojhilatê Sûriya hat kirin.

Naveroka daxuyaniyê wiha ye:

“Dewleta Tirk a dagirker êrişên dagirkeriyê dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dewam dike. Tevahî pêkahteyên herêmê dema ku xwedî li projeya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê derketin van êrişan dest pê kir. Ev proje mafên tevahî pêkhate û beşên gel misoger dike, demokrasiyê pêk tîne û dendika sereke ya çareserkirina aloziya Sûriyê ye.

Dewleta Tirk a dagirker ku herêmên cuda ji cografiya Sûriyê dagir dike, armanc dike ku herêmên din ên Sûriyê dagir bike, projeya demokrasiyê têk bibe ku di oxira pêkanîna wê de gelê herêmê fedakarî û berdêlên giran dan.

Dewleta Tirk ji berê de êrişên hovane yên bi balafirên bêmirov û biçek, balafirên şer û hemû cureyên çekên qedexekirî ji 19`ê Midjara borî de djiî herêmên me êrişên hovane pêk tîne. Li dijî gelê ku di şerê li dijî terorê de bi hezaran şehîd dan û li şûna tevahî cîhanê şerê DAIŞ`ê kir, sûc û komkujî pêk anîn ku dikevin asta sûcên şer. Her wiha binesaziya herêmê, cihên xizmetguzariyê yên li herêmê wêran kirin. Ruxmî ku her du hêzên garantorên lihevkirinên ji bo rêgirtina li şer (Amerîka-Rûsya) li herêmê ne.

Carek din em diyar dikin ku êriş û sûcên dewleta Tirk a dagirker li ser jiyana bi milyonan şêniyên herêmê û koçberên ku ji ber aramî û ewlehiyê berê xwe dan Bakur û Rojhilatê Sûriyê, xetere çêkir û ev xetere hîna dewam dike.

Wek Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji ber parastina ewlehiya welatiyên me em bang li tevahî pêkhateyên gelê xwe, gelên cîhanê, hemû aliyên siyasî, civakî û dîplomatîk dikin ku piştgiriyê bidin hemleya me ku em ê 10`ê Kanûnê li ser platformên medyaya civakî ji bo ferzkirina qedexeya hewayî li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê bidin destpêkirin.

Hemleya hashtagê ji bo rawestandina şerê dewleta Tirk, komkujî û sûcên şer ên li dijî gelê me û xetereya qirkirina gelê me û çanda wî, dest pê dike.

Careke din em bang li her kesî dikin ku beşdarî vê hemleyê bibin da ku em dengê xwe bigihînin tevahî cîhanê û em bi hev re ji bo parastina gelê xwe ji hovîtiya dewleta Tirk a dagirker kar bikin.

Em ji şehîdên xwe re dilovaniyê, ji gelê xwe re jî serkeftinê dixwazin, bijî gelên ku ji bo azadî û demokrasiyê li ber xwe didin.”

Back to top button