ÇalakîManşêt

PYD bi koordîneya Însiyatîfa Sûriyê ji bo azadiya Rêbertî li Dêra Zorê semînerek li ser komploya 15’ê Sibatê li dar dixe

Partiya Yekîtiya Demokrat PYD bi nûnertiya însyatîfa Sûrî ya azadiya rêbertî li Dêr Zorê semînerek diyalogî ji bo komploya navneteweyî ya li ser rêberê gelê kurd Abdullah Ocelan di 15’ê de Sibata sala 1999’an hat li dar xistin, hejmareke ji hevalên di partiyê de, hin karkerên di saziyên Rêveberiya Xweser, hin rûsipiyên bajar û rewşenbîran tevlî semînerê bûn.

Dîwan hate avakirin, ji hevserokatiya hevbeş ya kantona Dêra Zorê Rîm El- Rebî û Mihemed El- Esker û nûnerê însyatîfa Sûrî ya zadiya rêbertî ya Dêra Zorê Enes El-Merfû her wiha hevserokê meclisa herêmê ya pyd pêk hat.

Semîner bi deqeyek rêzgirtin ji bo giyanê şehîdên azadî û rûmetê destêpê kir, piştre beşdaran ji bo bilindkirina têkoşînê di tevahiya waran de ji bo li dijî tecrîda li ser rêbertî û daxwazkirina şikandina vê tecrîdê nîqaş hate kirin.

Di dawiya semînerê de deriyê dayîna nêrînan û mudaxeleyên beşdaran hat vekirin.

Back to top button