
Îro partî û tevgerên siyasî yên li bakur û rojhiltê Sûriyeyê civîneke çapemeniyê hevbeş li dar xistin derbarê komkujiya ku êvara Neworozê li Cindêrisê pêk hat der heqê gelê Efrînê ya dagirkirî ji hêla dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wê.
civîna çapemeniyê li navenda Lêkolîn û Têkiliyên Dîblomasî a bakur û rojhilatê Sûriya li bajarê Qamişlo hat li dar xistin.
Daxuyaniyek hevbeş hat dayîn ji hêla hevserokê Partiya Aştiya Demokratîk a Kurdistanî Telal Mihemed bi zimanê kurdî û endamê Partiya Muhafîzîn Ekrem Mehşûş bi zimanê Erebî hat xwendin.
Daxuyanî wiha ye:
Di şerekî hovane de komeke leşkerî ya girêdayî Ehrar el şerqiye a terorîst ê girêda ya bi navê artêşa niştimanî ya sûriyê, gule barankirin li ser komek ji gelên kurd di dema vêxistina agirê Newrozê de li bajarê Cindêrisê ya girêdayî Efrîna dagirkirî, ev tişt bû sedema bekrwankirina çar kesan û birîndarkirina gelek mirovan.
Ev karê tawankirî rastiya tiştê ku di herêmên dagirkirî de çêdibe ji aliyê hêzên tirk û çeteyên wê derdixe holê, bi taybetî li herêma Efrînê, ya ku ev pênc sal kuştin, îşkencekirin, talankirin û girtin ji aliyê van çeteyan û ji bermahiyên DAIŞê, El Nûsra û komên terorîst ên ku tirk wan anîne van herêman çêdibe, her wiha anîna malbatên komên çekdar û bicîkirina wan di malên kurda de, ev hemû tê di çarçoveya guhertina demografiya sîstematîk a wê herêmê de.
Tirkî weke dewleteke dagirker her wiha “koalîsyon” weke perdeyeke siyasî ji bo dagirkeriyê berpirsyarin ser vê tawanê û trajîdiyên din yên ku di wan herêman de çêdibe, çi hewildanên û pêşinyarên ji bo bêsûciya wan û girêdana vî karî tenê bi girûpekî çekdar ve ew tenê dorpêçkirina rastiyane û sextkirina rastiyê ji bo gelê herêma Efrînê û herêmên dagirkirî ên din ji bakurê Sûryayê.
Em partiyên siyasî li Bakur û Rojhilatê Sûriyayê di dema ku em rehma xwe li ser giyanê pekrwana dikin, ji birîndaran re şifaya lezgîn dixwazin, em bang li civaka navneteweyî bi taybetî jî Encûmene Ewlekariyê, Amerîka û Rûsyayê ku bi lez tevger bikin ji bo bidawîkirina dagirkeriya tirk li ser Efrînê, Girê spî, Serê kaniyê û tevahiya Bakurê Sûryayê, û tesnîfkirina çeteyên Artêşa Netewî bi hemû pêkhateyên xwe yê girêdaya koalîsyona Sûryayê weke rêxistinin teror, li gorî ku karê wan ne cuda ye ji karên desteya tehrîr al Şam û ne ji karê terorîstên DAIŞ, û em bang li hemû gelê Sûryayê dikin ku tekoşînê mezin bikin ji bo bidawîkirina dagirkirina tirk li ser erda Sûryayê.
Ev tawankirin tê xuyakirin giringiya lezkirina pêkanîna biryara neteweyên yekbûyî 2254 û gihîştina çareseriyek dawî ji krîza Sûriyê, bi riya parvekirina hemû Pêkhateyên Sûriyê di nava diyalogê de, ta bighêjin daxwazên xwe ji bo gihîştina welatekî demokratîk, parlementerî ,pir alî û nenavendî ji bo ku hemû pêkhateyên wî bi edalet, azadî û wekheviyê jiyan bikin.
şehîd rûmeta meye, saxin ti carî namirin
Bimre zordarî… mirin ji tawan barare
Her newroz û gelê Kurd û gelê Sûryayê bi xêr be
Qamişlo di 21 Adarê sala 2023
Partiyên siyasî di bakur û rojhilatê Sûryayê de:
Partiya Yekîtiya Demokratîkpyd))1-
2- Partiya Kesek ya Kurdistan
3- Partiya Aştiya Demokratîk Ya Kurdistanê
4- Yekîtiya Lîbral Ya Kurdistanî
5- (Partiya Komunîstî Kurdistan k.k.p)
6- Partiya Demokratîk Ya Kurdistanê _Sûriya_
7- Partiya Demokrat a Kurdê Sûrî
8- Partiya çep a Kurd li Sûriya
9- Partiya çep a Demokrat a Kurd li Sûriyê
10- Partiya Sûriyeya Pêşerjê
11- Partiya Guhertina Demokrat a Kurdistanê
12- Tevgera Nûkirina Kurdisatnê
13- Yekîtiya Krdkarên Kurdistanê
14- Desetya Niştimanî ya Erebî
15- partiya Nûjen û Demokrasiyê ji bo Sûriyê
16- Partiya Rêkeftina Demokrat a Kurd Sûriyî
17- tevgera Çaksazî_Sûriye
18- Partiya Asûr ya Demokrat
19- Partiya Biraî ya Kudistanê
20- Partiya Roj a Demokrat a Kurd li Sûriyê
21- Tevgera Civaka Demokratîk TEV-DEM
22- Kongra Star
23- Partiya Têkoşîna Demokratîk
24- Şepêla Pêşeroja Kurdistanê
25- Partiya Demokrat a Kurdistanê – Rojavayê Kurdistanê_
26- desteya Hevrêziya Niştimanî – Tevgera Guhertina Demokratîk
27- Partiya Yekîtiya Suryan
28- Partiya kumbûna Niştimanî ya Kurdistanê
29- Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê (El-Partî)
30- Partiya elwehdê ya Demokrat a Kurd li Sûriyê ( Yekîtî)
31- Şepêla Çep a Şoreşger li Sûriyê
32- Partiya Muhafizîn