Nûçe

Parlementerek Lîbî: Her kesî ku bû sedema hilwişîna Lîbiyayê ewê bê dadgehkirin

Endamê lijneya parestinê û ewlehiya netewî di perlemana Lîbî Dektor Elî Omer El-Tekbalî di daxuyaniyekê ji malpera Partiya Yekîtiya Demokrat got:

Ku Meclisa Nûneran û Hêzên Çekdar insiyatîfa Lîbî Misrî qebûl kir, û pejirandinên Berlînê qebûl kir, her wiha amadeyên xwe diyar kir ji bo li ser maseya muzakereyê rûnin, û li bendeye ku aliyê din jî qebûl bike, lê xuyaniye ku Tirk aştiyê naxwazin û dixwazin şer berdewam bikin, ji roja yekemîn diyar kir ku ew qebûl nake di rûniştina muzakereyê de ji ber ku cihê wan niha destûr nade ku dewlemendiya Lîbiya destser bike ew dixwaze herêma El-Hîlal ya Neftê kontrol bike ku ewê qederek pere bide wan ji bo ku çeteyan û çekan bikre.

Wiha lê zêde kir: Ew amadene ji bo şerekî nû ew bi piştgriya artêşa Tirkiyeyê girêdayî ne, divê em bi tu hêzên derveyî bawer nebin, lê belê bi xwe û bi hevlbendên me yî Ereb û bi taybet Misir, ew bi avakirina koalîsyonek di navbera Misir û artêşa Lîbî ya netewî, û pêkahateyên gelê Lîbî din yên li dijî dagirkeriya Tirkiyeyê ne, yê ku bi me re şer bike ji bo parastina rûmeta Erebî û ewlehiya wêyî netewî û em bi vê karibin Tirkan û çeteyên wê têk bibin û Lîbiyayê vegerîn ji hemû Lîbiyayan.

Dektor Tekbalî axaftina xwe wiha bi dawî kir û tekez kir, ku gelê ereb yê Lîbî wê sînaryoyek netewî binivîse û dîroka şoreşgerî vegerîne li dijî dagirkeran û di dawî de her kes ku bû sedema hilwişandina Lîbiyeyê û dana wê ji dewletek ejnebî ew ê bê muhasebekirin, di destpêka wan de El-serac û endamên mêlîsên wî yên terorîst.

Back to top button