ManşêtNûçe

Şandeyek parlamenterên Başûrê Kurdistanê serdana nûnertiya Rêveberiya Xweser kir

Şandeyek ji parlamenterên herêma Başûrê Kurdistanê serdana nûnertiya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya li bajarê Silêmaniyê kir.

Şande ji Sergo Gilalî ji YNK`yê, Soran Umer ji Komeleya Îslamî û parlamenterê serbixwe Diyarî Mihemed pêk dihat.

Ji rêveberiya nûnertiyê Norşan Hisên, endamên desteya rêveber Cawîdan Hesen, Silava Silêman, Fethullah Huseynî, nûnerê Partiya Yekîtiya Demokrat PYD`ê Îbrahîm Hesen, nûnerê MSD`ê Hoşeng Derwîş şande pêşwaz kir.

Di serdanê de li ser xetereyên êrişên dewleta Tirk ên li ser herêmên Başûrê Kurdistanê hate nîqaşkirin her wiha her du aliyan nêrînên xwe der barê xetereya projeya dewleta Tirk a berfirehkirinê li herêmê de, bi taybet li Başûr û Rojavayê Kurdistanê nîqaşkirin.

Wekî din jî rewşa siyasî ya Rojava û rewşa aborî, leşkerî, encamên hevdîtinên aliyên siyasî yên kurdî li Rojava, girîngiya yekitiya diyalogê kurdî li gorî xetereyên li ser Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyê, hatin şîrovekirin.

ANHA

Back to top button