ManşêtNûçe

Ebdulkerîm Sarûxan: Tirkiyê texmîn kir ku dê bi tecrîdê fikrê rêbertî asteng bike

Endamê Meclisa Giştî ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Ebdulkerîm Sarûxan diyar kir ku peymana Rêber Ocalan a derbarê pêkanîna aştiyê li Rojhilata Navîn û çareserkirina hemû nakokiyên heyî di naveroka xwe de zelal e. Sarûxan got:  “Rêber Ocalan banga dîtina çareseriyan û avakirina sîstemeke adil li herêma Rojhilata Navîn, dike. Ev mijar bi serê xwe kêşeya herî mezin li pêşiya desthilatên dîktator e, yên ku xwe dispêrin rêgezên hişmendiya yek zimanî.”

Ebdulkerîm Sarûxan destnîşan kir ku hakimên li Rojhilata Navîn pêşniyarên Rêber Abdullah Ocalan qebûl nakin û wiha domand: “Rûniştina li ser maseya diyalog û dîtina çareseriyan ji bo vê pirsgirêkê dê bibe destpêka bi dawîbûna zihniyeta hakim a li herêmên Rojhilata Navîn. Dê bibe destpêka bidawîbûna rejîma dîktator a li Tirkiyê. Li gorî van çareseriyan dê hemû gel wekî hev bin, wê demokrasiya rasteqîn di nava civakê de belav bibe.”

Sarûxan axaftina xwe wiha domand: “Dewleta Tirk siyaseta xwe dispêre prensîpa qirkirina etnîkî ya gelê Kurd, bidawîkirina doz û hebûna Kurdan. Daxwaza sereke ya Erdogan ew e ku dengê demokrasiye tune bike.”

Têkildarî hewldanên dewleta Tirk ên bidawîkirina projeya jiyana hevbeş, biratiya gelan û hevgirtina pêkhateyan, Ebdulkerîm Sarûxan diyar kir: “‘Tirkiye şerê hemû siyasetên ku hewl didin serdema yeknetewî bidawî bikin, dike.”

Sarûxan di berdewama axaftina xwe de îşaret bi ajnîdeyên dewletên mezin ên li herêmê û rola wan di şerê li dijî projeya neteweya demokratîk de, kir û got: “Planên hêzên hegemon li ser esasê parçekirinê ye. Bi taybet piştî şerê cîhanê yê yekemîn û peymana Sykes Picot welatên Ereban û Kurdistan parçe kirin.”

Endamê Meclisa Giştî ya Partiya Yekîtiya Demokrat PYD’ê îşaret bi tecrîda girankirî ya li ser Rêber Abdullah Ocalan hatiye ferzkirin, kir û got: “Desthilatdariya Tirkiyê ji fikir û pêşniyarên Rêbertî yên derbarê çareserkirina krîza Rojhilata Navîn û bi dwîkirina nakokiyên kûr de, ditirse. Bi girankirina tecrîdê texmîn kir ku wê karibe belavbûna fikirê wî asteng bike. Ji ber ku baş dizane  Rêbertî dikare bi milyonan bi aliyê xwe ve bikişîne. Ramanê Rêbertî li bakurê Sûriyê pêk tê û diyar e.”

ANHA

Back to top button