ManşêtNûçe

Fikrê Abdullah Ocelan dê îstiqrarê li Rojhilata Navîn peyda bike

Însiyatîfa Erebî ya ji bo Azadiya Rêber Abdullah Ocalan bi riya  zoom panelek li dar xistin. Tê de gelek pirspor, hiqûqî û siyasetmedarên ereb û hevserokê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) SAlih Muslim beşdar bûn, tê de bang kirin ku li ser asta navnteweyî ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan, xebat bê meşandin.

Di panelê de ku bi navnîşan “Ocalan, tecrîdeke bêhiqûqî, bêdengiya navneteweyî û bangewaziyên mirovî » li dar ketiye, gelek dosyayên têkildarî rewşa qanûnî û hiqûqî ya rêber Abdullah Ocalan, rola Însiyatîfa Erebî di vî warî de û eşkerekirina kiryarên dewleta Tirk a dagirker çi ye û bêdengiya navneteweyî li hemberê hatin nîqaşkirin.

JI FIKRÊ OCALAN DITIRSIN

Di destpêka panelê de endama Însiyatîfa ji bo Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyê Erwa El Salih axivî û got: “Dewleta Tirk û pergalên zordest hesabê ji belavbûna fikrê rêber Abdullah Ocalan re ku li dijî pergala desthilatdar û berjewendiyên wan e. Ji girankirina tecrîdê armanc dikin ku rêbertî ji alîgirên wî û gelan dûr bixin.”

ÎFLASBÛNA TIRKÎ Û HEVKARIYEKE NAVNETEWEYÎ

Dîrokzanê ji Misirê, Elî Ebû El Xêr diyar kir ku ew heyranê fikrê rêber Ocalan e ku çawa dikare dîroka kurdî bi dîroka kevnar ve girê bide.

Li gorî Ebû El Xêr, li Tirkiyê îflaseke siyasî heye ku ji dema Ataturk ve berdewam e û rejîmên wê heta niha li hember daxwazên rewa yên gelê Kurd kuştinê û wêrankirinê bi kar tînin.

Ebû El Xêr diyar kir ku hevalbendiyek di navbera îflasa siyasî ya Tirkiyê û tunebûna wijdanê navneteweyî de heye ku rê dide Tirkiyê birêz Ocalan dîl bigire û derbeyê li kurdan bike.

SEMBOLEKE NAVNETEWEYÎ KU LAYIQÎ RÊZDARIYÊ YE

Nivîskar û rojnamevanê ji Misirê Îlham Milêcî jî got: “Ocalan bûye semboleke navneteweyî û bi firkê xwe dikare îstiqrarê li Rojhilata Navîn dabîn bike ku ji zêdetirî serdemekê ve di nav aloziyan de ye. Ew bi fikrê xwe dikare demokrasiyê û ewlehiyê di navbera gelên herêmê de belav bike, her gelek dikare mîras û çanda xwe ji çewisandinê biparêze.”

El Milêcî diyar kir ku rêber Ocalan layîqî rêzdariyê ye û li şûna belavkirina fikrê wî ku aloziyên li herêmê çareser dike, di graveke dûr de di nav şert û mercên dermirovî de dîl hatiye girtin.

KOMKIRINA ÎMZEYAN

Serokê Rêxistina Yemen Ewlen Ebdulkermî El Unsî bang li rêxistinên mirovî yên erebî kir ku hemleyên komkirina îmzeyan li dar bixin û bang li rêxistinên mafên mirovan ên cîhanê bikin ku destwerdana doza birêz Ocalan bikin û wê neçar bikin ku bi lez raporekê têkildarî tenduristiya rêberê kurd derxe.

BINPÊKIRINA QANÛNAN

Cîgirê seroka Navenda Erebî ya Lêkolînên Stratejîk û Siyasî ya Misirê Dr.Mixtar Xibaşî têkildarî rewabûna tecrîda li ser rêber Ocalan û çi tê xwestin heta ku li hemberê bisekinin axivî û destnîşan kir ku tu çarçoveyeke qanûnî ya sûcên li dijî rêber Ocalan tune ye.

Li gorî pisporê misirî, Ocalan ji mafên xwe yên herî besît bê par maye.

Xibaşî bang kir ku fişar bên kirin heta ku birêz Ocalan li gorî çarçoveyên qanûnî yên Meclisa Ewropayê ya Mafên Mirovan serbest were berdan û kiryarên Tirkiyê li dijî rêberê kurdî eşkere bikin û fişarê li dewletan bikin kiryarên Tirkiyê paşguh dikin û hevkariya wan a li hemberî doza Ocalan teşhîr bikin.

GIRTINEKE DERMIROVÎ

Parêzera ji Lubnanê û berdevka Însiyatîfa Nûn a Azadiya Ocalan a Lubnanê Sewsen Şoman tecrîdê ji her du aliyên qanûnî û mirovî ve nirxand.

Sewsen anî ziman ku tecrîd, girtineke dermirovî ye ku desthilata Tirkiyê ferz kiriye û her çiqas parêzerên Ocalan hewl bidin sivik bikin, tê girankirin.

DOZA GELÊ KURD

Hevserokê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Salih Muslim axivî û got doza Ocalan doza gelê Kurd e ku nifusa wan 50 milyon derbas dike.

Muslim diyar kir ku ji bo doza Ocalan, tevgereke komî gereke e mîna ku bi serokê afrîkî Nelson Mendella re çêbûye ku alîgirên wî li stadên futbolê rojbûna wî pîroz dikirin û wiha domand: “Ev tişt dikarin li dewletên dostên gelê Kurd pêk were ji bo ku ev doz zindî bimîne.”

Muslim di dawiyê de got çarenûsa Ocalan çarenûsa gelê Kurd e û heke bixwazin edaletê û demokrasiyê li Rojhilata Navîn peyda bibe, divê Ocalan serbest were berdan.

ANHA

Back to top button