ManşêtNûçe

Di nava şert û mercên zehmet dorpêça hikumeta Şamê berdewam e

Kiryarên Firqeya 4’an a hikumeta Şamê yên neheq li ser şêniyên taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê ya Helebê zêde dibe, di şert û mercên zivistanê yên zehmet nahêle ku madeya Mazotê têkeve taxan de û tevahî karên şêniyan hatiye rawestandin.

Der barê vê mijarê nûçegihanê Partiya Yekîtiya Demokrat PYD hevdîtineke bi rêvebeiya herêma Efrînê re Valantîna Ebdo çêkir.

Valantîna Ebdo diyar kir ku hikumeta Şamê ji sala 2020’an meha tebaxê ve dorpêçeke giştî li ser taxa Şêx Meqsûd û Eşrefiyê û herêmên Şehbayê cihê koçberên ku bi zorê ji Efrînê koçberbûn ji hêla dagirkeriya Tirkiyeyê, ferz kiriye, her wiha zelal kir ku ev siyaset siyasetek netewperestî û hovane ye dûrî urfên navnetewî û mirovahî ye.

Ebdo îşaret kir ku ev dorpêça li ser tevahiya pêkhateyan tê li dijî berjewediyên gel e, û li ser siyaseta birçîbûnê ya derheqê şêniyan pêk tîne kar dike.

Valantîna Ebdo destnîşan kir ku ji dema dorpêçê ve şêniyên taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê êşê dikşînin ji rewşa xizmetê ku gihaştiye asta tune bûnê di encama ferzkirina dorpêçê de, û windabûna hemû hewcdariyên sotemeniyê, ku bû sedema rewestandina hejmareke ji jerneratorên Ampêran ji bo şêniyan di nava şert û mercên zehmet bi taybet di werza zivistanê de.

Ebdo wiha li axaftina xwe zêde kir: Piraniya werşeyên pîşesaziyê ji werşeyên dirûtinê û betariyan hatin rawestandin bi sedema windabûna madeya Mazotê, bi rawestandina van kargehan azar gihaşt şêniyan û bi sedan ji karker ji kar hatin sekinandin.

Ebdo îşaret bi vê yekê kir ku nexweşxaneya yekemîn di van her du taxan de û firneyên nan dest bikaranîna stokên ku ji bo çend hefteyan têr nakin.

Rêveberiya herêma Efrînê Valantîna Ebdo di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku ev polîtîka ji aliyê rêjîmê û faşîzma Tirkiyeyê di bin sîwana Rûsyayê de tên çêkirin, bi vê yekê tu çareseriyeke siyasî nayê dîtin, lê ev yek aloziyê li ser hesabê gelê Sûriyeyê ku ji şerê xwînî û ferzkirina polîtîkayên neexlaqî êş kişandin kûrtir dike. Dîroka wan bi van reftarên ne demokrasî û ne azadîyê tê naskirin.

Back to top button