ManşêtNûçe

Ciwanên PYD tevlî semînereke diyalogê li Reqa dibe

Şandek ji ciwanên Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) duh li bajarê Reqayê beşdarî semînerek diyalogê ku ji aliyê Ciwanên Şoreşger ve di bin diruşmeya (Azadiya bedenî ji bo Rêber Abdullah Ocalan) hatibû lidarxistin, bû.

Nûner û endamên tevgerên ciwanan û rêxistinên jinan ên Reqayê beşdarî semînerê bûn.

Semîner bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîn û rêzgirtina ji bo giyanê şehîdan dest pê kir û axaftina bi xêrhatina beşdaran hate kirin.

Piştre çend gotin li ser komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Ocalan, şert û mercên rêbertî ji girtina xwe heta roja îro tê de dijîn, tecrîd û polîtîkayên faşîzma Tirk ên li ser Rêber Ocalan anîn ziman.

Hin gotin girîngiya mezinkirina têkoşînê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Abdullah Ocalan nîşan dan.

Beşdaran destnîşan kirin ku bêyî azadiya Rêber Ocalan û pêkanîna teoriya neteweya demokratîk a li ser bingehê demokrasî, jiyana hevpar a aştiyane û biratiya gelan, aştî li herêmê û Rojhilata Navîn pêk nayê.

Back to top button