Duh Duşemê, şandeke nûnerê Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) li Herêma Kurdistanê serdana gora damezrîner û hevrêzkarê giştî yê berê yê Tevgera Guhertin, Nûşîrwan Mistefa, di şeşemîn salvegera koça dawî ya wî de li Herêma Kurdistanê kir li bajarê Silêmaniyê û ji aliyê berpirsê endamên ofîsa pêwendiyên siyasî yên tevgerê ve hatin pêşwazîkirin.
Ji aliyê xwe ve nûnerê PYD ê li Başûr Cawîdan Kemal di serdanê de tekezî li ser rola pêşeng a nemir Nûşîrwan Mistefa di tekoşîna xwe ya ji bo xizmetkirina doza Kurd û mafên wî yên rewa û berdewamiya du alî kir. Her wiha tekîd li ser peywendiyên di navbera her du aliyan de hat kirin