ManşêtNûçeRapor

Nêrînên hêzên bakur û rojhilatê Sûriyeyê ji bo vebûna erebî ji Şamê re

Helwestên partî û aliyên siyasî li bakur-rojhilatê Sûriyê (rojhilatê Firatê) li hember rola Ereban her ku diçe dibin yek, bi hêviya ku vebûna Erebî ji rejîma Sûriyê re li Şamê bibe alîkar ji bo gihiştina çareseriyek ji aloziya ku ji sala 2011’an ve berdewam e.

Partiya Yekîtiya Demokrat PYD dibêje ku dewletên Erebî kare bi roleke giring û çalak rabe ji bo çareseriya aloziya Sûriyeyê û li hember encamên mirovahî yên bi fikar bisekinin, li gorî biryara 2254 ya netewyên yekbûyî.

Hevserokê nivîsgeha têkiliyên giştî ya Partiya Yekîtiya Demokrat PYD Sîhanok Dîbo di raporekê de ji rojnameya “Al Şharq Al’awsat” re got ku ew bi hemû têkliyên hevseng di navbera Sûriyeyê û dewletên derdorê yê herêmî û erebî bi awayekî taybet re ne, “dûrxistina Sûriyeyê ji derdora wê ya erebî rê li ber projeyên derve vekir ku ewlehî û aramiya herêmê tehdîd dike, weke destwerdana Tirkiyeyê û dagirkirina bajar û bajarokên bakur û başûrê welat”, wiha lê zêde kir: vebûna erebî li ser Şamê wê rê bigrie li ber destwerdanên herêmî, wiha berdewma kir: Rêveberiya Xweser û hêzên wê li hember van pilanan berxwedan kir û rê li ber parçebûna Sûriyeyê girt.

Sîhanok Dîbo di axaftina xwe de got: Dewletên Erebî kare bi roleke giring û çalak rabe ji bo çareseriya aloziya Sûriyeyê, ji bo rê bigire li ber encamên aloziya mirovahî yên bi fikar û rê li ber siyasetkirin û encamên wê yên ewlehiyê bigire li gorî biryara netewên yekbûyî 2254, îşaret kir ku Hêzên Sûriya Demokratîk aliyê leşkerî yê rêveberiyê ” bi roleke niştimanî di parastina pêkhateyên gelê Sûriyeyê li dijî êrîşên DAIŞ de rabû û serweriya welat parast.

Sîhanok Dîbo destîşan kir ku ev modêl “baştirîn formul û wergera rastîn a biryara netewên yekbûy 2254 , û çûna ber bi Sûriyeyek ku hemû xelkên wê dihewîne”.  Dîbo eşkere kir ku pêşengên rêveberiyê piştî ragihandina însiyatîfa xwe di nîvê meha bûrî de, bang li hemû welatên Erebî û serokatiya Komkarê  ji bo li darxistina hevdîtinên şirovekirina insyatîfê û navbeynkariya çareseriya aloziya Sûriyê kir, û Dîbo got: “Eger rê li ber nûnerên rêveberiyê bê vekirin û derfeta wan hebe ku serdana paytextên biryardayînê yên Erebî bikin û bi serokatiya Komkara Erebî re bicivin, dê gaveke avaker be.” û Rêveberiya Xweser beşeke girîng ji çareseriya Sûriyê ye, “şaşe ku ew ji her operasyoneke siyasî ku hewil dide Sûriyê rizgar bike ji dîmena parçebûnê bê dûrxistin.

Back to top button