ManşêtNûçe

Partiya Keskan ya Elmanyayê û ya Swîsreyê, banga piştgiriyê ji bo Partiya Çepên Kesk kir

Hilbijêrên li derveyê welêt, dengê xwe didin. Partiya Keskan ya Elmanyayê û ya Swîsreyê, banga piştgiriyê ji bo Partiya Çepên Kesk û Kemal Kiliçdaroglû kir.

GLÄTTI: DENGEK JI PÎRO RE YEK JI ÇEPÊN KESK RE

Serokê Partiya Keskan a Swîsreyê Balthasar Glättî, banga dengdayînê ji bo Partiya Çepên Kesk û Kemal Kiliçdaroglû kir.

Serokê Partiya Keskan Balthasar Glättî, di daxuyaniya xwe de ku li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal parve kir, got: “Tirkên li Swîsreyê dikarin heta roja Yekşemê li Zurîh/Bern/Cenevreyê dengê xwe bidin. Bila rêya demokrasiyê ya ji mafên mirovan re rêzdar li Tirkiyeyê serkeftî bibe. Ji wê boneyê divê siyasetmedarên ji demokrasî, serweriya hiqûqê û mafên mirovan re rêzdar di parlamentoyê hebin û li ser serê dewletê bin. Dengek ji Pîro re yek ji Çepên Kesk re.”

LANG: DIVÊ PARTIYA ÇEPÊN KESK Û KILIÇDAROGLÛ BÊN HILBIJARTIN

Seroka Rêveberiya Parlamentoya Federal a ji Partiya Keskan a Elman Rîcarda Lang jî daxuyanî ji bo piştgiriya bi Partiya Çepên Kesk re da. Lang jî li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal ev daxuyanî parve kir: “Em bi her kesê têkoşer re ne ku li Tirkiyeyê ji bo demokrasî, serweriya hiqûqê, wekhevî û mafên mirovan têdikoşin. Piştî rêveberiya otorîter Serokkomar Erdogan ku bi salan e berdewam e, ji bo vegera li demokrasî û serweriya hiqûqê şans heye. Ji wê boneyê, em ji her kesê li Elmanyayê dijî û mafê xwe yê dengdayînê li Tirkiyeyê heye, dixwazin ku tev li hilbijartinên parlamento û serokkomariyê bibe û ji bo pêvajoya guherîna demokratîk bixebite. Ez dixwazim HDP ku di bin banê Partiya Çepên Kesk de ye û namzedê hevpar Kemal Kiliçdaroglû bê hilbijartin. Heta bi 9’ê Gulanê dengê xwe bidin û bikin ku guherîn pêk bê.”

ANF

Back to top button