ManşêtNûçe

​​​​​​​Komîteya Ekolojiyê ya KCK’ê: Divê em helwesta xwe ji bo demokrasî, ekolojî û azadiya jinê bi kar bînin

Komîteya Ekolojiyê ya KCK’ê têkildarî hilbijartinên 14’ê Gulanê yên li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê daxuyaniyeke nivîskî da.

Komîteya Ekolojiyê got, “Di pêvajoya hilbijartinê de hilweşandina ekolojiya Tirkiye û Kurdistanê didome. Faşîzma AKP-MHP’ê jîngehên xwezayî ji şîrketên enerjî û înşaetê re vekir û bi vê re talan jî zêde bû. Piştî erdheja 6’ê Sibatê, moloz jî li xwezayê rû kirin û ev qirkirin zêdetir dibe. Faşîzma AKP-MHP’ê bi talankirina xwezayê hewl dide butçeya şer û hilbijartina Kurdistanê bi dest bixe. Ji Cûdî heta Çiyayên Kazê, ji Îkizdere heta Akkûyû hemû erdnîgarî ji bo berjewendiya şîrketên enerjî û înşaatê yên çavbirçî hatiye pêşkêşkirin.

Di dema ku encamên felaketên Hîroşîma û Çernobîlê hê nehatiye jibîrkirin, zanyarên faşîzma AKP-MHP’ê û Pûtîn ku di vê pêvajoyê de yekane piştgirê wan e, tevî berxwedana domdar jî Santrala Termîkê ya Nukleerê ya Akkuyuyê wekî veberhênana hilbijartinê dixe meriyetê. Ji bo kareseta ‘Çernobîl’ê ya li Behra Spî amadekarî tê kirin.  Zanyar û tevgerên ekolojiyê diyar dikin ku qada Santrala Termîk a Nukleer a Akkûyûyê tevdigere û balê dikişînin ser vê rastiyê.

Her wiha her çendî faşîzma AKP-MHP’ê şerê qirkirinê yê ku li dijî gelê Kurdistanê da destpêkirin girantir bike jî, dewleta Tirk ji ber berxwedana gerîlayan encameke ku dixwest, bi dest nexist. Ji ber vê yekê jî dixwaze şerê xwe yê ku bi lêçûnên mezin, bêyî ku ti qanûn û rêgezek exlaqî nas bike, bi tinekirina tevahiya xwezaya welat bidomîne. Bi projeya rantê ku di bin navê “sîstema enerjiya rojê” de li erdnîgariya Kurdistanê pêş bixîne, çandinî û sewalkariyê diqedîne.

Di Konferansa Tevgerên Ekolojiyê de ya ku di 21’ê Çileya 2023’an de li Stenbolê hat lidarxistin de, ji ber ku ev rastî ji zû ve dihat dîtin, bi gotina “helwesta me ya hilbijartinê ji bo ekolojiyê ye” helwesteke hevpar hat diyarkirin.

Ji ber ku em di demeke wisa de ne, li hemberî qirkirina xwezayê, em ketine demeke wisa divê em vê biryara xwe di hilbijartinê de pêk bînin.

Di vê demê de divê em helwesta xwe ji bo demokrasî, ekolojî û azadiya jinê bi kar bînin.

Her wiha dem hatiye ku li dijî desthilatdariya faşîst, despotîk ku xweza û gelan îstîsmar dike, di nava gelên me de nîjadperestî, neteweperestî û çeteyan teşwîq dike û dixwaze bi serdestiyê hebûna xwe biparêze, li ser sindoqan îradeya azad û çanda demokratîk a gelên me were eşkerekirin.

Em jî wekî gotina Îbrahîm Orûç ê ku di sala 2011’an de di dema vetoyên hilbijartinê de ji aliyê polîsên AKP’ê hatibûn qetilkirin: ‘Kevir ji AKP’ê re, deng ji Partiya Çepên Kesk re.”

ANHA

Back to top button