ÇalakîManşêt

Meclisa Perwerdeya Jin li bajarê Hesekê duyemîn konferansa xwe li dar xist

Meclisa Perwerdeya Jin duyemîn konferansa xwe bi dirûşmeya “Bi perwerdekirina zanista jina azad em ê civaka demokratîk pêş bixin” li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê li salona Serdem a bajarê Hesekê hat lidar xist, ku salon bi dirûşmeyên “Perwerde çavkaniya hebûn û azadiyê ye”, “Bi ruhê şehîd Jiyan em ê destkeftiyên şoreşê biparêzin û bi ser bikevin” û wêneyên şehîdên ku bûne meşaleya azadiyê hatin xemilandin.

Di konferansê de şandeyek ji Meclisa Jin a Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD û şandeyên deste û saziyên Rêveberiya Xweser amade bûn.

Konferans bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna giyanê şehîdên azadiyê dest pê kir.

Axaftina vekirinê jî ji aliyê Mîdiya Mihemed ve hat kirin û di destpêka axaftina xwe de amaje bi rejîmên desthilatdar ên ku di pergala dewletê de hemû nirxên madî û manewî ji civakê dizîn û jin kirin koleyên pergalê û zihniyeta baviksalarî û civakê ji hemû awayên jiyanê dûr xist, kir.

Muhammed di dewama axaftina xwe de destnîşan bi rêbazên ku rejîmên desthilatdar ji bo berovajîkirina civakê, domandina koletiyê û afirandina ferdê lîbralî ku di afirandina qeyranên mezin de bi kar tînin, kir.

Piştre jî pernesîbên rêbertiyê ya der barê perwerdeyê de û pernesîbên KJK’ê ku belgeya jineolojiyê ye hate xwendin û rapora xebatên komîteya perwerdeyê ya du salan bi Kurdî û Erebî hate xwendin.

Her wiha sîstema hundirîn, rewşa rêxistinî, mekanîzmaya aktîvkirina wê bi awaeyekî mezintin û rê û çareseriyên pêşxistina wê hatin gotûbêjkirin û di dawiyê de bername û plansaziyên çalakiyê hatin dayîn.

 

Back to top button