Dadgerê federal Henry Brown di rûniştina roja Înê de, biryar da ku hikûmet 4 çeteyên berê yên DAÎŞ’ê yên li Sûriyeyê girtî ne, bîne welêt.
Brown di demek kurt de daxwaz ji hikûmetê kir ku nûnerekî xwe bişîne herêmê û bi rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re hevdîtin bike û çar welatiyên Kanadayî vegerîne.
Li Kanadayê, hukûmetê roja Pêncşemê li hev kiribû ku 19 jin û zarokên li kampa Holê bîne welêt. Hikûmetê ji bo 4 çeteyên DAÎŞ’ê ku bi awayekî aktîf şer dikirin, hêj biryar negirtiye bîne welêt.
ANF