ManşêtNûçe

Însiyatîfa Gel ji bo bidawîkirina tecrîdê hemleya komkirina îmzeyan da destpêkirin

Însiyatîfa Gel a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi hevkariya Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê, ji bo bidawîkirina tecrîdê, hemleya komkirina îmzeyan da destpêkirin.

Însiyatîfa Gel a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku ji nûnerên tevahî pêkhateyên herêmê pêk tê bi daxuyaniyekê hemeleya komkirina îmzeyan da destpêkirin û banga bidawîkirian tecrîdkirina Rêber Abdullah Ocalan kir.

Daxuyanî li pêşiya avahiya Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) ya li Qamişlo ji aliyê endamên însiyatîfê Xufran Kewkeb û Mistefa Ehmed Kurdî ve hat xwendin. Pêkhateyên herêmê yên Kurd, Ereb, Suryan û Ermen jî tevlî xwendina daxuyaniyê bûn.

Di daxuyaniyê peyama gelên herêmê ji Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT) ya têkildarî binpêkirinên qanûnî yên dewleta Tirk li dijî Rêber Ocalan, hat bicihkirin.

Di peyamê de wiha tê gotin:

“Wek gel û pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê em têkildarî rewşa Rêber Ocalan de bi fikar in. Ev nêzî 22 meh in rewşa rêbertî nayê zanîn. Em tu agahiyê têkildarî rastiya hebûna wî ya fîzîkî yan jî sedemek qanûnî ku vê rewşê ronî dike û vê bêdengiyê şîrove dike, nagirin.

Rê nedan pênc parêzerên ku di 2`ê Gulanê û 7`ê Tebaxa 2019`an de ji bo hevîdtinê serdan kiribûn, ku bi Rêber Ocalan re hevdîtinê bikin. Tê zanîn ku hevdîtina herî dawî di 27`ê Tîrmeha 2011`an de bû. Ji lew re, gelê Kurd û dostên wî li seranserê cîhanê, bi taybet malbata Rêber Ocalan li ser negirtina tu agahiyekê ji rêbertî ji dema peywendiya bi rêya telefonê ya di 25`ê Adara 2021`an de, pir bi fikar in.”

Rapora we ya têkildarî serdana we ji bo Rêber Ocalan li Girtîgeha Îmraliyê ku di 5`ê Tebaxa 2021`an de hatî belavkirin, di nava gelê me de hat pêşwazîkirin û rêz jê re hat nîşandan. Ji ber ku we tê de tecrîda mutleq a li ser peywendiya Rêber Ocalan û her sê girtiyên din bi derve re, wekî cureyekî girtinê hesibandibû û we diyar kiribû ku ev rewş nayê qebûlkirin ji ber ku li dijî pîvanên navneteweyî yên mafên mirovan e.

Lê belê serdana we ya dawîn û pêkneanîna hevdîtinê bi girtiyan re û bidestnexistina agahiyên zelal têkildarî rewşa dawî ya Rêber Ocalan, metirsiyên me li hember rewşa tenduristî û fîzîkî ya Rêbertî zdêetir kirin.

Hemû hincetên dewleta Tirk ên ji bo rewakirina kiriyarên wê yên îşkenceya fîzîkî û derûnî li dijî Rêber Ocalan, neheq in. Karê wê di vê derbarê de sîstematîk e û dijberî bendên madeya /1/ a Lihevkirina Pêşîlêgirtina Îşkenceyê ye ya li gorî pîvanên lihevkirina NY`ê hatî ragihandin.

Îşkenceya li djiî Rêber Ocalan ne tenê bi rêya bêparhiştina wî ji mafên wî ye, lê belê îşkenceyek duqat e. Ev îşkenceya duqatî xwedî bandorên xirab e li gorî madeya /5/ a Danezana Mafên Mirovan a Cîhanê ya 1948`an, madeya /7/ a Hevpeymana Mafên Sivîl û Siyasî ya Navneteweyî ya sala 1966`an, Danezana Komeleya Giştî ya NY`ê ya 9`ê Cotmeha 1975`an. Li gorî madeyên /2/ û /4/ yên Lihevkirina Pêşîlêgirtina Îşkenceyê ku dewleta Tirk jî li ser îmze kiriye û aliyekî wê ye, divê tedbîrên zagonsaz an rêveberî yan jî dadwerî di qanûnên xwe yên hundirîn de bi cih bike, da ku rê li îşkenceyê bigire û van kiryarên îşkenceyê li gorî van qanûnan wekî « sûc » bên hesibandin.”

HEMLEYA KOMKIRINA ÎMZEYAN

Însiyatîfa Gel a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bang kir ku lezê bidin girtina tedîbran ya li gorî Qanûna Navneteweyî ku baweriya gelan bi civaka fermî ya navneteweyî xurt dike û got : “Ji bo vê, divê li ser bidawîkirina tecrîda li ser Birêz Ocalan bê bidawîkirin, hevdîtina bi parêzeran re neyê astengkirin û ji bo serbestberdana wî di demek nêz de kar bê kirin. Bi vê rengî dirustiya rêxistina we ya parastina mafên mirovan bê misogerkirin û teqezkirin.”

Tê payîn ku hemleya îmzeyan heta 15`ê Sibatê (salvegera 24`an a Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan) dewam bike.

Piştî komkirina îmzeyan ji gund, bajarok û bajarên Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, wê wesîqeya îmzeyan ji bo Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê bê radestkirin, ew jî ji aliyê xwe ve hilde Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê (CPT).

Back to top button