ManşêtNûçe

Çeteyên girêdayî dewleta Tirk madeyên çêkirina hişbirê birin Efrînê

Li Efrîna dagirkirî, li gel binpêkirinên dijî mirovahiyê ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê pêk tîne, hate diyar kirin ku çeteyên Heyet Tehrîr El Şam madeyên çêkirina hişbirê birin gundê Qîbarê yê navçeya Şerayê.

Çavkaniyên xwecih ên ji kantona Efrînê ya dagirkirî diyar kir ku serçeteyên Heyet Tehrîr El Şam Ebû Ebdullah Horan û Ebû Ehmed Helawa madeyên sereke yên çêkirina hişbirê birine gundê Qîbarê yê êzidiyan ê navçeya Şerayê ya Efrînê.

Çavkaniyan da zanîn ku madeyên çêkirina hişbirê radestî serçeteyên koma Feyleq El Rihman yên bi navê Mihemed Mendo û Ebû Udey El Humsî kirine.

Li gorî çavkaniyan, li kantona Efrînê bi dehan kargehên çêkirina hişbirê hene ku ji aliyê çeteyên artêşa Tirk a dagirker û MÎTʹê ve tên birêvebirin.

Back to top button