ManşêtNûçe

Li Girê Spî şîrketeke dewleta Tirk nirxa kehrebeyê bilind kir

Li gorî nûçeya ajansa ANHA’yê, hate zanîn ku li kantona Girê Spî ya ku ji hêla dewleta Tirk hatiye dagirkirin ji 9’ê Cotmeha 2019’an ve şîrketa kehrebeyê ya dewleta Tirk a dagirker nirxê her watek kehrebe kir 4 lîreyên Tirkî.

Çavkaniyek ji kantonê da zanîn ku her 26 wat bû 100 lîreyên tirkî, bi wê re nirxê her watekê bi 85, 3 lîreyên tirkî ye. Şênî li hember vê yekê bi hêrs in.

Şîrketa kehrebeyê ya dewleta Tirk a dagirker bi “Meclisa Xwecih a Girê Spî” ya girêdayî wê re destpêka 2021′an lihevkirinek pêk anî, tê de hat diyarkirin ku ji bo kantona dagirkirî 128 wat kehrebe bi nirxê 100 lîreyên Tirkî werin dayîn, lê piştre di Hezîrana par de ew rêje ji bo 35 wat bi 100 lîreyên Tirkî kêm kir.

Her wiha, tê zanîn ku dewleta Tirk a dagirker dan û standina bi pereyên Tirkî li wan ferz kiriye.

 

Back to top button