ManşêtNûçe

KON-MED’ê şehîdên Helebceyê bi bîr anî

Ji ber salvegera Komkujiya Helebceyê ku 16’ê Adara 1988’an ji aliyê rejîma Baas ve hate kirin KON-MED’ê daxuyaniyek weşand û ragihand ku êşa beriya 35 salan der bû hîn jî mîna roja destpêkê teze ye û destnîşan kir ku yên ku ev komkujî û komkujiyên bi vî rengî kirine divê li dadgehên navneteweyî bêne darizandin.

KON-MED’ê diyar kir ku dewleta Tirk jî sûcên bi heman rengî gelek caran kiriye û got, “Doh dîktator Saddam Huseyîn bi gaza kîmyewî li Helebceyê bi hezaran mirovên me qetil kir, îro jî dîktator Erdogan li hemberî gerîlayêna zadiyê yên Kurdistanê çekên kîmyewî bi kar tîne û heman tiştî dixwaze bike. Dewletên Ewropayê ku Saddam li dadgehên navneteweyî nedarizandin, divê Erdogan ji ber sûcê şer darizînin. Sûcdar ne tenê Erdogan e, her wiha ew dewlet hemû ne ku çekên qedexekirî difiroşin dewleta Tirk.”

Di daxuyaniya KON-MED’ê de hate bibîrxistin, ku hêzên doh li pêşberî Helebceyê bêdeng bûn îro jî li pêşberî kiryarên Erdogan bêdeng in û hate gotin, “Gelê Kurd wê hesabê van komkujiyan bipirse. Em ê van komkujiyan û yên ku kirine ti carî ji bîr nekin. Divê were zanîn ku em ê Helebceyê ti carî ji bîr nekin. Çawa ku me komkujiyên li Dersim, Geliyê Zîlan, Serdeşt, Merîwan, Amûdê, Enfal, komkujiyênl i hemberî Kurdên Feylî, Yarsan, Êzidî, Şengal, Roboskî, Cizîra Botan û tevahiya gelê me hate kirin ji bÎr nekir, em ê Helebceyê jî ji bîr nekin.

Em careke din li pêşberî şehîdên Helebce û Enfalê şehîdên Kurdistanê hemûyan bi bîr tînin û li pêşberî bîranîna wan bi rêzdarî bejna xwe ditewînin.”

Back to top button