Manşêt

Jina ciwan ya PYD konfransa xwe ya yekemîn li dar xist û meclisa xwe hilbjart

Di bin drûşmeya Rêxistina Jinên ciwan di bin ronahiya felsefeya rêbertî de, gihaştina Sûrî ye kî demokrat, îro Konfransa yekemîn ya jinê ciwan di Partiya Yekîtiya Demokrat hat li dar xistin, b tevlîbûn 150 nûneran ji sê herêman( Cezîre, Firat, Efrîn) û beşdarbûna berdevka partiyê û endamên meclisa Jin ya Partiya Yekîtiya Demokrat PYD, her wiha konfrans li Sandîkaya Karkeran ya bajarê Rimêlan.

Çalakiyê Konfransê bi deqeyek rêzgirtin ji giyanê şehîdên azadiyê dest pê kir, piştre endama desteya hevserokatiya hevbeş ya Partiya Yekîtiya Demokrat Foza Yûsif axivî û got: Şoreşa 19 Tîrmehê şoreşa ciwan û jinan ne, ciwan ew in koma herî fedekarî ne di çarçoveya vê şoreşê, ku jina ciwan rolek avakirî lîst, ji ber vê divê parastina nirxên vê şoreşê bike, ji ber ku derfeta azadiyê da jinê û ciwanan.

Yûfis wiha domand: Tevî hemû êrîşên leşkerî, siyasî û aborî li ser şoreşa me bi armanca têkbirina deskeftiyên wê, lê ewê domand bi saya Brdîgma Felsefeya Netewa Demokrtîk, ev şoreş şoreşa ciwanan e ya ku fikra Kilasîkî red dike, û nîşan e ji fikra ciwanan, û li bidestxistina azadî û edaletê digere.

Di heman demê de Yûsif bang li beşdaran kir ku hêz û avakirina kesayetiya xwe nîşan bidin, ji bo karibin di der barê wê de êrîşan vala derxînin, bi domandina axaftina xwe de wiha got: Ger em xwe bê armanc bihêlin em alîkariya dijmin dikin di pêkanîna armancên wî de. Û zelal kir ku hemû rêç koletiya jina ciwan sihal dike nemaze di siya pêşketina Teknolojiya, lê divê jina ciwan her keçekê zane bike ber bi rêxistin û azadiyê.

Yûsif îşaret pê kir di der barê axaftinên xwe de ku bi fanatazîma Netewî, Cinsî û Olî dijmin hewil dide ku fitneyan çêke û tinebûna aramiyê di herêmên me de û hemwelatiyên me û jinên me bi taybet, ji ber vê dikeve ser mile me (Hemû pêkhat) avakirin û berfirehkirina Netewa Demokratîk, ya ku rêzê ji hemû Olan dike, û baweriyê di navbera pêkhateyan çêdike.

Yûsif raghand ku rêxistina jina ciwan ya Partiya Yekîtiya Demokrat divê bibe navendek ji hemû çareseriyên jina ciwan, perwerdekirina wan ji bo ku jiyana koletiyê red bikin, û rizagrkirina wê ji fikrên ku jinê kole dikin.

Piştre endama meclisa giştî di partiyê de Ahîn Elî pesektîfên rêberiyê xwend, paşê endama meclisa jin ya PYD Emel Mîrzo rapora jinê xwend, piştre jî nirxandina siyasî hat kirin, û îşret pê hat kirin li ser siyasetên ku jina ciwan hedef digre, her wiha li ser geşdanên dawî hat behs kirin, piştre senefîzyonek li çalakiyên jina ciwan di Partiya Yekîtiya Demokrat de hat pêşkêşkirin, piştre rewşa rêxistinê hat nirxandin ji aliyê beşdaran.

Piştre 13 endamên meclisa jina ciwan hatin hilbijartin.

Paşê rêveberiya tîma Roj hatin pîrozkirin û dibistana Nimûr ya Tîkwando ya navdewletî, Qehremana Rojhilata Navîn di Ûrdun de Dilyar Hsên, Qehremana Rojhilata Navîn Bronziya Beyrût ya Cîhanê Ela Hisên, Alaa EbdulXefûr Qehremana Rojhilata Navîn Bronziya Beyrût ya Cîhanê bi serkeftina wan bi şampiyoniya Rojhilata Navîn di Tîkowando, Konfrans ji aliyên Jiya Koçer bi dawî bû.

             

Back to top button