ManşêtNûçe

Rêveberiya Xweser gelek tedbîrên pêşîlêgirtina Koronavîrusê girtin

Desteya Tenduristî ya Rêveberiya Xweser di civîneke çapemeniyê de ragihand ku 4 kes li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi Koronavîrusê ketine, lê der bare pêşîlêgirtina Koronavîrusê de, Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser îro bi biryarekê gelek tedbîran girt.

Biryara bi jimareya 85 wiha ye:

1-Tevahî dergehên sînor ji (îro sibehê ve) 24.07.2020’an bi awayekî giştî tên girtin.

2-Çi rewşeke mirovî ku ji 24.07.2020’an de derbasî herêmên Rêveberiya Xweser be, 14 rojan dikeve karantînayê.

3-Qedexe ye cezaneyên miriyan, bi sedema pandemiya Koronavîrusê derbasî herêmên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bin.

4-Kombûn, şahî, zemawend û konên sersaxiyê ji bo parastina tenduristiya giştî, qedexe ye.

5-Nimêjin komî li cihên olî(perestgehan), ji bo parastina tenduristiya giştî heta demeke ne diyar qedexe ye.

6-Karê xwaringehan tenê ji bo xwestekên derve ye.

7-Ji gelê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye tê xwestin ku li gorî tedbîrên tenduristî û dûrketina civakî li tevahî dervan tev bigerin(cihên kar-cihên giştî).

8-Ji saziyên têkildarî dergehan tê xwestin ku tedbîrên tenduristî yên tund li ser dergehan bigirin(kes, kel û pel).

9-Dema vê biryarê ji dema derketinê de heta 15 rojan e.

ANHA

Back to top button