ManşêtNûçe

Nûnertiya MSD`ê li Washingtonê panelek li dar xist

Nûnertiya Meclisa Sûriya Demokratîk a Washingtonê bi Zanîngeha Colombiyayê re panelek der barê pêşeroja herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de li dar xist.

Nûnera Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) a Washingtonê Sînem Mihemed, balyoz û dîplomatê berê Peter Galbraith, ji Peymangeha Washingtonê seroka koma lêkolînên Sûriyê Dana Stroll û siyasetmedarê amerîkî David Pollock, her wiha koordînatorê bernameya aştiyê û mafên mirovan di Zanîngeha Colombiyayê de David Phillips beşdarî panelê bûn.

Di panelê de Sînem Mihemed der barê nêrîna MSD`ê ji pêşeroja Sûriyê re û çareseriya li welêt re axivî.

Sînem her sê nimûneyên heyî; nimûneya sîstema desthilatdar ku dixwaze xaka Sûriyê bixe bin serwriya xwe bêyî ku siyaseta wê biguhere û nimûneya Idlib û herêmên ji aliyê dewleta Tirk ve hatine dagkirin, sûcên ku rojane li dijî gelê Sûriyê ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve têne kirin bi taybet li herêmên Efrîn û Serêkaniyê di panelê de şîrove kirin.

Nimûneya sêyemîn jî ya Rêveberiya Xweser e ku bi pirrengiyê, beşdarbûna hemû pêkhateyên herêmê, parastina herêmê ji tundrawiyê tê naskirin. Her wiha Sînem Mihemed îşaret bi rola jinan di hemû aliyên jiyanî de di nava pergala Xweseriya Demokratîk de kir.

ANHA

Back to top button