ManşêtNûçe

HRW’ê derbarê xwepêşandanên li Sine ya Rojhilatê Kurdistanê de raporek belav kir

Rêxistina Şopandina Mafê Mirovan (Human Rights Watch) derbarê xwepêşandanên li bajarê Sine ya Rojhilatê Kurdistanê de, raporek belavkir. Rêxistinê destpêkê çewisandina hovane ya di xwepêşandanên Sineyê de şermezar kir.

HRW’ê di rapora xwe de ragihan ku hêzên Îranê di Mijdar û Kanuna 2022’yan de li Sineyê dijî xwepêşanderan tundûtujiyek zêde û ne yasayî bikaraniye.

HRW di rapora xwe de wiha anî ziman: Di Îlona 2022’yan de desthilata Îranê tundûtujiyek tirsnak dijî xwepêşanderên li bajarê Sineyê pêkanî. Bertekên hovane yên rayedaran a li hemberî xwepêşanderên bajêr, zext û zordariya dewleta Îranê ya dijî azadiya çandî û siyasî ya gelê Kurd nîşan dide.”

Li gorî raporê, HRW’ê bi 14 kesên bune qurbanî û şahidan re hevpeyvîn kiriye, herwiha 17 dîmen û wêneyên ku li ser torên civakî yên di derbarê xwepêşandanên li Sineyê de lêkolîn kiriye.

Di dewama raporê de tê gotin; “Di encama zextên li bajarê Sine, bi taybet di rojên 8’ê Mijdar û 17’ê Kanuna 2022’yan de pêkhatine herî kêm 6 xwepêşander hatine kuştin. Hêzên dewletê bi demançe û çekên kelaşînkof, guleyên rastî û gaza rondikrêj êrişî xwepêşanderan kiriye. Divê hêzên Komara Îslamî demek ji ya din zûtir bikaranîna gule û çekên din yên ne yasayî rawestîne.”

HRW’ê di rapora xwe de balkişand ser binpêkirinên li hemberî girtiyan, bi taybet jin û zarokan; “Di nav van binpêkirinan de girtina keyfî, bêparhiştina girtiyan ya ji çavdêriyên tenduristiyê, êşkence, danûstandina xirab, gef, lêdan, tacîz û destdirêjiya zayendî hene.”

Back to top button