ManşêtNûçe

Rêxistinên civaka sivîl ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bang li Neteweyên Yekbûyî kirin ku êrîşên Tirkiyê rawestîne

Navenda Dîplomasiya Civakî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi hevkariya 17 saziyên civaka sivîl ji bo rawestandina êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê di 2`yê Kanûnê de hemleya berhevkirina îmzeyan dabû destpêkirin.

Îro navendê bi daxuyaniyekê encamên hemleya xwe eşkere kirin.

Daxuyanî li pêşiya avahiya Komîseriya Bilind a Kar û Barên Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (NY) ya li Qamişlo ji aliyê Merwa Ilyas, Nûman Osman û Mazin Mihemed ve û bi beşdariya nûnerên rêxistin û saziyên sivîl ên tev li hemlê bûne, hate xwendin.

Daxuyanî wiha ye:

“Tevî ku Tirkiyê dest bi operasyoneke leşkerî li dijî şêniyên sivîl ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir jî, saziyên navdewletî yên têkildar bê deng in.

Dewleta Tirk ji 20`ê Mijdarê û heta roja îro sûcên şer pêk tîne, ku zêdetirî 19 sivîl hatin kuştin, di nav de jin, zarok, xebatkarên tenduristiyê û rojnamevan, her wiha balafirên şer bêtirî 45 cihên binesazî yên girîng, bi taybetî stasyonên elektrîkê û benzînê, zeviyên petrolê û gazê û kulînên genim kirin armanc. Her wiha nexweşxane, dibistan û mizgeft jî wêran kirin. Gefên dewleta Tirk ên destpêkirina êrişên bejahî yên li ser herêmê hîna jî didomin.

Ji bo rawestandina vê dijîtiya berdewam, me 18 rêxistinên civaka sivîl ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di 2`yê Mijdarê de dest bi pêngava komkirina îmzeyan kir da ku bang li saziyên navdewletî û di serî de Neteweyên Yekbûyî bikin ku bêdengiya xwe bişikînin.

Di vê pêngava me de zêdetirî 300 rêxistin û saziyên civaka sivîl û kesayetên berbiçav ên siyasetmedar, nivîskar, ronakbîr, rewşenbîr, hunermend, rêberên olî û werzîşê ji 29 welatên cihêreng ên cîhanê daxwazname îmze kirin û ji sekreterê giştî yê Neteweyên Yekbûyî daxwaz kirin ku li ser êrişên nerewa yên dewleta Tirk li dijî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê hin tedbîran bigire.

Tirkiyê, zagonên mirovî yên navneteweyî bi zanebûn binpê dike. Ji ber ku kuştina sivîlan û êrişkirina binesaziya bajar wek sûc tên dîtin, bêdengiya li hebmer vê yekê jî tê wateya hevkariya wê. Heta niha Neteweyên Yekbûyî bê deng maye, ev yek jî weke destûrdayînekê ji Tirkiyê re tê dîtin ku êrişî gelê sivîl li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bike.

Li ser vê bingehê, em bang li Neteweyên Yekbûyî dikin ku ji bo rawestandina êrişên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê û parastina jiyana sivîlan, erkên xwe yên mirovî û mafên mirovan pêk bîne.

Back to top button