Îro Çarşemî 21’ê Kanûnê bi hezaran şêniyên bajarê Qamişlo ji bo şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, di bin dirûşma (Hêza komploger bimire û berxwedana Îmraliyê jiyan bike) bi beşdariya partiyên siyasî û Rêveberiya Xweser meşeke girseyî li dar xistin.
Meş ji çerxerêya Sonî destpê kir û ber bi derdora bajarê çerxerêya Medînt El-Şebab, piştre beşdaran deqeyek rêzgirtin ji bo giyanê şehîdên azadî û rûmetê sekinîn, piştre hevserokatiya Tevgera Civaka Demokratîk TEV-DEM (Roken Ehmed) ) axaftinek kir ku bi bibîranîna giyanê şehîdan dest pê kir, piştre bal kişand ser berxwedana gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û berxwedana Rêber Ocalan di zindana Îmraliyê de û da zanîn ku dewleta Tirk a dagirker bi piştgiriya hêzên komploger û hevkar, di sala 2015’an de bi armanca tunekirina Tevgera Azadiya Civaka Kurdistanê, bi tecrîda li ser Rêber Ocalan re şerekî mezin da destpêkirin û diyar kir ku armanca dewleta Tirk a dagirker û emperyalîzmê ew ku gelê Kurd bi tecrîda li ser Rêbertî xwe teslîm bike e û wiha li axaftina xwe zêde kir:
Dewleta Tirkiyê biryar da ku êrîşeke hovane li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk bîne, lê gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li hemberî êrîşên dewleta Tirk a dagirker bi îsrare ku berxwe bide bi rûmet û azadî, ji ber vê yekê divê welatên garantor û Neteweyên Yekbûyî ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê mirovahiyê zextê li dewleta Tirk bike.
Piştre jî Berdevkê Fermî yê Eşîrên Ereb (Hisên El-Şêx) axivî û diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker bi salane tevahiya zextan li ser rêber Ocelan pêk tîne ku dervî pîvanên navdewletî ne bêyî ku cîhan tev bigere, wiha lê zêde kir:
Tirkiye tecrîd li ser Rêbertî ferz kiriye û nehiştiye ku parêzer û malbata wî bi wî re hevdîtinê bikin, civaka navneteweyî jî weke ku nizane li girtîgeha Îmraliyê çi diqewime tev nagere û bi rêbertî re bi nijadperestiya tirkî bi kar tîne, û em dizanin ku nijadperestî û neteweperestiya wê li ser kuştin û xwînê hatiye avakirin, lewma em ji cîhanê daxwaz dikin ku ji bo bidawîkirina tecrîda li ser rêberê mirovahiyê tevbigere.