ManşêtNûçe

HDP dorpêça li ser wargeha Mexmûrê şermezar kir

Hewldana Artêşa Iraqê ya ji bo têlkirina derdora Wargeha Panaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) dewam dike. Artêşa Iraqê duh danê sibehê bi dehan wesayîtên zirxî, çek, polîs, hêzên taybet û têlên ji bo dorpêçê, ji danê sibehê ve hewl didin, derdora wargehê bi têlan dorpêç bikin.

Nûnertiya HDP’ê ya li Başûrê Kurdistanê di der barê hewldanên Iraqê yên ji bo têlkirina derdora Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî de daxuyanî da. Daxuyanî ji aliyê Hevserokê Nûnertiya HDP’ê ya li Başûrê Kurdistanê Hîkmet Xetîb ve hate dayîn.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

“Wargeha Mexmûrê cihê niştecihên penaberên siyasî yên bakurê Kurdistanê ye ku dibin çavdêriya NY’ê de ye. Bi salane êrîş û bombebarana li ser şêniyên wargeha Mexmûrê ne rawestaye. Bê aramî di nava welatiyan de heye, ji bo wê em dorpêça li ser wargeha Mexmûrê şermezar dikin.

Armanca dorpêçkirin û êrîşa Artêşa Iraqê ya li ser wargeha Mexmûrê ku bi salane ji mafên xwe yên tendirustî, xwendin û hwk… bê par hatine hiştin û dixwazin wargehê veguherînin girtîgeha servekirî. Ev helwestek dijmirovî ye.

Êrîşa Iraqê ya ser wargeha Mexmûrê şermezar dikin û bi tu awayî ev êrîş nayên qebûl kirin. Em piştgiriya xelkê wargeha Mexmûrê dikin û li gel wanin. Hêvîdarin Neteweyên Yekbûyî erkên xwe pêkbîne. Her wiha hêzên Iraqê jî ji Mexmûrê vekişin.”

Back to top button