ManşêtNûçe

Şandeyeke ji Tacikistanê serdana Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir

Şandeyeke fermî ji Komara Tacikistanê serdana Daîreya Têkiliyên Derve ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya li Qamişloyê kir. Şande ji balyozê Tacikistanê yê Kuwêtê Zebêdullah Zibêdof û şandeya pê re pêk dihat.

Hevserokê Daîreya Têkiliyên Derve Bedran Çiya Kurd, cîgirên hevseroktiyê Fener Kiêt û Robêl Beho, endamên Desteya Rêveber Xalid Îbrahîm û Gulistan Elî şande pêşwaz kir.

Her du aliyan li ser têkiliyên di navbera Rêveberiya Xwesr û Komara Tacikistanê de nîqaş kirin û şerê li dijî terora navneteweyî û fedakariyên welatiyên herêmê li hember çeteyên DAIŞ′ê, her wiha xetereya DAIŞ′ê li ser herêm û cîhanê hatin nîqaşkirin.

Bedran Çiya Kurd bal kişand ser girîngiya hevkariya di şerê li dijî terorê de, dîtina çareyên bingehîn ji pirsgirêka terorê re, cezakirina bi hezaran çeteyên DAIŞ′ê yên li navendên girtinê yên Rêveberiya Xweser, her wiha got divê girîngî li hember navendên perwerdekirinê ku tê de bi sedan zarokên malbatên DAIŞ′ê hene, bê dayîn.

Şandeya Tacikistanê fedakariyên welatiyên herêmê û saziyên wê yên li dijî çeteyên DAIŞ′ê, ewlehî û aramî pêk anîne pîroz kir û hêvî kir ku ewlehî li tevahî cîhanê, bi taybet li Sûriyeyê pêk bê.

Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, 80 zarok û 28 jin ên ji malbatên çeteyên DAIŞ′ê yên ji Tacikistanê li gorî belgeya fermî ya di navbera her du aliyan de, radest kirin.

Back to top button