ManşêtNûçe

Sendîkaya Fransî CGT: Em piştevanê gelê Kurd in

Sendîkaya Kar a Giştî (CGT) ya li Fransayê, bi daxuyaniyeke nivîskî bertek nîşan da ku çima qetilkirina 3 aktîvîstên Kurd roja 23’yê Kanûnê, bi tenê wek “êrîşa nijadperest“ tê pênasekirin. CGT’ê destnîşan kir ku dema kirina amadekariya civînekê li ser Qetlîama 9’ê Çileyê 2013’an li Navenda Çandê ya Kurd, êrîş hatiye kirin û  îşaret pê kir ku bi taybetî Evîn Goyî (Emîne Kara) ya pêşengeke Tevgera Jinên Kurd hatiye armanckirin.

CGT’ê diyar kir ku ew ji xeynetê îfadeyên kujerê nijadperest, karakterê êrîşê jî didin ber pirsan û ev bang kirin:

“Pênasekirina sûîkastên 23’yê Kanûna 2022’yan wek êrîşeke bi terorî û birêveçûyîna lêpirsînê bi destê dozgeriya neteweyî ku di warê terorê de pispor e.

Ji bo derxistina holê ya sûîkastên sala 2013’yan, rakirina sira dewletê ya servîsên Fransî yên veşartî li ber edaletê radibin.

Yên ferman dane, berpirsyariya wan çi dibe bila bibe, li ser axa Fransiyan bên eşkerekirin û darizandin;

Dayîna statuya penaberên siyasî yên Kurd bêyî zehmetî ku ji bo sirgûn bibin zor li wan hatiye kirin.

Ne raçavkirina cihên Kurd lê dicivin, lê parastina Kurdan, li nava Fransayê ya jî li derveyê wê, feshkirina tevgerên nijadperest û tundûtûjîxwaz û heke ji tehrîkkirina nefretê û xerakirina pergala gel sûcdar bên dîtîn, bên darizandin.“

CGT’ê diyar kir ku ew piştevanê gelê Kurd e ku di nava 10 salan de cara duduyan e şînê dike.

ANF

Back to top button