ManşêtNûçe

Girtiyan name ji CPT û DMME’yê re şandin

Îslam Erdogan û Feyaz Tahsûk ê di Girtîgeha Tîpa S a Antalyayê de, name ji CPT û DMME’yê re şandin.
Nameyên girtî Îslam Erdogan û Feyaz Tahsûk ên li Girtîgeha Girtî ya Tîpa S a Antalyayê ku ji Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT) û Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) re şandibûn, piraniya wan ji aliyê rêveberiya girtîgehê ve hatine sansurkirin.
Ji girtiyan Feyaz Tahsük nameyek ji 4 rûpelan pêkhati ji DMME’yê re nivîsand û bal kişand ser rabirdûya dîrokî ya polîtîkayên zext, tundî, sirgûn, sansur, komkujî û asîmîlasyonê yên li ser gelê kurd. Tahsûk anî ziman ku di rûpelên 1’emîn û 2’yemîn ên nameyê de beşên hemû mafên mirovan û demokratîk ên gelê kurd hatine tepisandin û Komkujiyên Agirî, Dêrsim û Zîlanê wekî mînak nîşan da. Tahsûk di nameya xwe de diyar kir ku dewleta Komara Tirkiyeyê û hikûmetên wê her tim li hemberî kurdan polîtîkaya qirkirinê dimeşînin û her wiha îşaret bi mafên ku di Peymana Sewrê de ji kurdan re hatine dayîn û jiholêrakirina van mafan kir.
Hat dîtin ku rûpela sêyemîn a nameya Tehsûk ku li ser pêvajoyên dîrokî yên kurdan rawestiyaye, bi temamî hatiye jêbirin û nîvê rûpela çaremîn jî hatiye jêbirin û sansurkirin. Nîvê rûpela çaremîn a Tehsûk ku rûpela dawî ye, bal kişandiye ser geşedanên heyî yên der barê pirsgirêka kurd de û wiha got: “Li cîhanê atmosfera aştî û aloziyê pêş ve diçe, maf û azadiyên bingehîn berbelav dibûn û civakên modern û neteweyên wan li ser bingehên mayînde bi pêş ve diçin, lê neçareserkirina pirsgirêka kurd her roj bêtir dibe sedema mafên mirovan.”
Tevahiya rûpela paşîn û nîvê rûpela pêşî ya nameya Îslam Erdogan ku ji CPT re nivîsandibû hatıye jêbirin û sansurkirin. Di nameya Erdogan de rastiya şer a li cîhanê û Rojhilata Navîn cih girtıye û wiha got: “Erdnîgariya Rojhilata Navîn a ku navenda wê alozi ye, îro tu cudahiya xwe ji kûpê barûdê nîn e. Ji ber pevçûnên ku her roj rû didin bêhejmar mirov jiyana xwe ji dest didin. Ji ber koçberiya di encama şeran de ne tenê bejahî, derya jî dibin goristana mirovan. Gava em li krîzên aborî yên giran, xizanî, nexweşî û karesatên ku pêşeroja me bi qiyametê tehdîd dikin, temaşe dikin, hema bêje em dengê her çar siwarên mehşerê dibînin.”
CPT ku demek berê serdana hin girtîgehên Tirkiyeyê kir, serdana Girtîgeha Tîpa S ya Antalyayê jî kiribû.
Back to top button