DaxuyanîManşêt

Daxuyanî ji bo raya giştî

Hikûmeta Federal a Iraqê

Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya Iraqê

Xelkê Iraqî

Malbatên şehîd û birîndarên bombebarana hovane ya dewleta Tirk

Tirkiyê bi berdewamî binpêkirina serweriya dewleta Iraq û Sûriyê bi bombebarankirina axa Herêma Kurdistana Iraqê, avakirina baregehên leşkerî û pêkanîna qetlîamên hovane li dijî sivîlan bi mebesta koçberkirina wan bi darê zorê, derbas kiriye, ya herî dawîn, lê ne ya dawîn e, ji komkujiya hovane ya ku li dijî hemwelatîyan pêk anî, li Îraqî li bajarê Zaxoyê roja Çarşemê 20/7/2022, ku têde bi dehan kes şehîd bûn û gelek birîndar derketin, her wiha dagirkirina herêmên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, prensîbên mafên mirovan û rêzgirtina dualî ya di navbera welatan de û cîrantiya baş binpêkir.

Dagirkerî û sûcên li dijî mirovahiyê yên rasterast û nerasterast ku dewleta Tirk bi armanca terorkirina gelê xwecihî û valakirina herêmê bi hincetên derew û amadekariya dagirkerî û wê tevlî dewleta Tirk bike, weke gavên destpêkê ye ji bo vejandina Mîsaqa Milî ya ku hatiye raghandin di riya rêvebirên Partiya Dad û Pêşveçûnê ya desthilatdar li Tirkiyeyê.

Ji hemû cîhanê re eşkere bû ku çawa Tirkiye piştevana herî diyar a terorîstên bi navê Dewleta Îslamî (DAIŞ) bû, ya ku tawanên herî hovane li dijî gelên Iraq, Sûriyê û gelê Kurd pêk anîn, lê Hêzên Sûriyeya Demokratîk, Artêşa Iraqê, Pêşmerge û Heşda Şeibî şerê herî dijwar li dijî wan dimeşandin, da ku herêmê ji wan paqij bike ji berêdêla hemû cîhanê.

Tirkiye ku heta niha ji bo destpêkirina operasyona xwe ya leşkerî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê desteka têra xwe kom nekiriye, lê riya şerê vekirî hilbijart li dijî gelê herêmê bi armanca veşartina aloziyên navxeyî û siyasetên bêberpirsyariyê yên dûrî nirxên mirovahî, demokratîk û exlaqî ya ku bi quretiya maşîna şer a Tirk û gotinên faşîst ên nîjadperest ên Erdogan hatine afirandin.

Em piştgiriya xwe didin gelê Îqarê û sersaxiyên ji malbatên şehîdan re dixwazin û hêviya şîfaya bilez ji birîndaran re dixwazin, em bang li Neteweyên Yekbûyî û Meclisa Ewlehiya Navdewletî dikin ku bi lez ji bo rawestandina binpêkirinên dewleta Tirk tevbigre, û wê sûcdar bike û neçar bike ku ji hemû herêmên dagirkirî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê vekişe û baregehên xwe yên leşkerî û ewlekarî ji Iraq û Herêma Kurdistanê vekişîne û rêzê li serweriya welatên cîran bigire.

Ji baweriya me bi prensîba biratiya gelan û mafê parastina rewa, em bang li hemû gelên herêmê dikin ku li hemberî daxwazên dewleta Tirk a dagirker bi hev re li ber xwe bidin û daxwaza mafên xwe yê rewa bikin ji bo hesabpirsîna berpirsên vê sûca hovane.

Rehmet ji bo şehîdan û şîfaya bilez ji bo brîndaran

Nûnertiya Partiya Yekîtiya Demokrat PYD li herêma Kurdistana Îraqê

Back to top button