
Akademiyên Civaka Demokratîk bi dirûşma “Birêxistinkirina kes û civakê bi fikrê aboriya komîlan rêya hevjiyana azad e” Komxebata Fikrî Ya 1’emîn li dar xist.
Komxebat li hola Mişwar a Reqayê destpê kir.
Destpêkê, berdevkê Partiya Sûriya Pêşerojê Miwefeq El-Ehmed axivî û got:
“Akademiyên Civaka Demokratîk, akademiyên perwerdehî ne û armanca wê gihandina kadroyan li gorî pergala demokratîk a ekolojî û azadiya jinan ta ku civakeke siyasî ya ekolojî ava bibe.
Mamosteya Zanîngeha Şerq, Nêroz Muslim jî diyar kir ku divê jin rola xwe ya bingehîn û pêşeng di hevjiyana azad de bilîze.
Hevseroka Partiya Sûriya Pêşerojê şaxê Minbicê Ezab El-Ebûd jî got:
Ger em bixwazin civakeke demokratîk ava bikin divê em rêgeza netewa demokratîk a Rêber Ocalan bixin pratîkê.
Panel bi van xalên encamnameyê bi dawî bû:
- Divê rewşa komînan û rola wê ya rastîn a rêxistinî, aborî û civakî-ekolojî careke din di ber çavan re were derbaskirin.
- Divê mekanîzmeyeke girêdana aboriya hevbeş bi komînan re bê dîtin û koperatîf bê avakirin.
- Divê perwerdeyên di nava akademiyan de bê xurtkirin.
- Jineolojî derbasî nav metaryalan bibe.