ManşêtNûçe

Li Efrînê 5 welatiyên din hatin revandin

Çavkaniyek ji navçeya Şiyê diyar kir ku çeteyên artêşa Tirk a dagirker duh 4 welatî ji gundê Senerê yê girêdayî navçeyê revandin.

Li gorî çavkanî navên kesên hatine revandin wiha ye:”Mihemed Henan Eşwanî, Hesen Ehmed Soro, Ebdo Mihemed Ehmed û Kemal Xelîl Mehmûd.”

Çavkaniyeke din ji navçeya Cindirêsê destnîşan kir ku çeteyên artêşa Tirk a dagirker welatiyê bi navê Hisên Elî Hesen ê ji bajarokê Cindirêsê beriya meh û nîvekê revandine û çarenûsa wî heta niha ne diyar e.

Her wiha çarensûa welatiyê bi navê Ehmed Mustefa Cinîd ê ji şêniyên navçeya Cindirêsê beriya çend rojan hatiye revandin ne diyar e.

ANHA

Back to top button