ManşêtNûçe

Aldar Xelîl: Divê gel li gorî şerê gel ê şoreşgerî amade be

Piştî civînên Tehran û Soçî, dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe yên bi balafirên bê mirov ên bi çek li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêde kirine. Di van êrişan de ku ajan û sîxûran bi kar tîne, fermandar, diplomat û welatiyan dike hedef.

Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD), 31’ê Tîrmehê li dijî ajan û sîxûrên dewleta Tirk a dagirker ‘Pêngava Sondê’  ragihand.

Endamê Desteya Hevserokatiya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Adar Xelîl di hevpeyvînekê li gel ANHA’yê de ev mijar û geşedanên siyasî nirxandin.

Aldar Xelîl bang li gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir ku bi hemû hêza xwe destkeftiyên şoreşê biparêzin. Têkildarî têkiliyên Şam û Enqereyê, Xelîl diyar kir ku Enqere hewl dide têkiliyên nû bi Şamê re ava bike û got: “Dema ku Tirkiyê dan û standinan bi rejîma Sûriyê re bike wê daxwaza wê ya pêşîn dayîna agahiyan li ser herêmên Rêveberiya Xweser û şerê li dijî wê be. Li hemberî vê yekê jî divê em tedbîrên xwe bigirin.”

Hevpeyvîn wiha ye:

Dewleta Tirk tevgerkirina şaneyên xwe yên veşartî zêde kir û sîxûran li herêmên Rêveberiya Xweser bi kar tîne, li hemberî vê yekê QSD’ê di 31`Tîrmehê de Pêngava Sondê ragihandin. Hûn van mijaran çawa dinirxînin?

Rewş şer e. Dema ku şer hebe alav cuda hebin. Çek, pere, ragihandin û agahî jî tên bikaranîn. Her wiha mirov jî bi rêbazên cûda wekî sîxûr tên bikaranîn. Her aliyek dixwaze agahiyan ji aliyê din bigire û şaneyên xwe di nava dijminên xwe de belav bike da ku di şer de bi ser bikeve. Dewleta Tirk me gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bi taybet gelê Kurd dijminê xwe dibîne û êrişên qirkirinê pêk tîne. Dewleta Tirk li me nanêre wekî ku em gelekê têkoşer in û ji bo azadiya xwe tê dikoşin. Tevî vê yekê em wekî dijmin lê nanêrin. Berovajî vê yekê em ji bo azadiya xwe û ji bo avakirina sîstemeke demokratîk li Sûriyê tê dikoşin.

Destpêka Şoreşa Rojava, Tirkiyê rêbazên siyasî û aborî bi kar anîn da ku destkeftiyên şoreşa me û serkeftinên ku me pêk anîne, têk bibe. Lê nekarî gav pêş de bavêje. Dagirkirina herêmên me û êriş nikarin vê projeyê têk bibin. Ji ber vê yekê neçar ma ku vê dawiyê sîxûr û şerê taybet bi kar bîne da ku ziyanê bigihîne destkeftiyên şoreşê. Di dîroka Tirkiyê de ev ne tiştekî nû ye, lê sîxûrên xwe û rêxistinkirina wan li herêmên me zêde kirin da ku fermandar, şoreşger, şervan û kesayetên welatparêz bike hedef. Ji ber vê yekê dest bi şopandina wan û hedefkirina wan kir.

Dewleta Tirk a dagirker dît şoreşa me gihiştiye astekê ku nikare bi rêbazên xwe yên kilasîkî wê kontrol bike, ji ber vê dest bi karanîna xelkên lawaz û yên ku amade ne rûmeta xwe ji bo pereyan bifroşin, kir. Bi taybet kesên ku xizmên wan li Tirkiyê hene an jî hin di nava opozîsyonê de hene bi kar anî. Xala lawaz a li cem van kesan bi kar anî û torên îstîxbaratê ava kirin. Di vê yekê de pere bi kar anîn, gef li wan xwarin û bi sozên derew wan xapandin.

Encam, di hemû şeran de mîna van mirovan hene, lê ne bi giştî ye. Bi sedan xelk hene ji bo xizmeta şoreşa xwe xwe feda dikin.

Saziyên Rêveberiya Xweser, saziyên ewlehiyê û QSD’ê her tim li dijî wan ajan û sîxûran kar kirin, xebateke baş meşandin û encamên baş bi dest xistin, gelek ajanên ku destê wan di xwîna şehîdan de hene girtin û rê û rêbazên ku wan sîxûran pêk dianîn eşkere kirin, her wiha tedbîrên pêwîst li hemberî wan girtin.

Divê gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê çawa nêzî xayînên ku bi Tirkiyê re hevkar in, bibe?

Ez di wê baweriyê de me ku aliyên ewlehiyê wê bi rêbazên gundaw nêzî wan xayînan bibin. Lê ya ji vê girîngtir ev e; ji bilî ajanên ku hatine girtin, divê gelê me dema tevgereke bi gûman, çi li taxan be an jî bajaran dît, hişyar be û yekser aliyên têkildarî agahdar bike. Divê gelê me berpirsyartiyê rake ji ber ku ne tenê erka hêzên ewlekariyê û QSD’ê ye. Dijmin moralê xwe ji agahiyên ku gel didin wê, digre. Lewra divê em hemû herêmên xwe biparêzin. Ew xayînên ku bi dagirkeran re hev kar in ne tenê ziyanê dighînin saziyekê an aliyeke têkildar, lê ziyanê dighînin şoreşê û destkeftiyên wê. Ji ber vê yekê hêviya me ji gelê me ew e ku di mijarên wiha de rehmê neke.

Operasyona Sondê ji bo me operasyoneke pîroz û bi gelekî bi nirx e. Em gel xwe yê ku beşdarî vê operasyonê bûye silav dikin. Em dibînin ku ev operasyon destkeftiyên şoreşa me diparêze û nahêle astengiyên mezintir dernekevin. Heger ew kes nehatibana girtin e wê niha kiryarekî din kiribana. Ji bo vê yekê divê gelê me di vê operasyonê de bi hêzên me yên leşkerî re hevkar be.

Piştî civîna Tehranê ya 19’ê Tîrmeha borî ya di navbera serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn û hempêşeyên wî yên Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan û Îranê Îbrahîm Raîsî de  û civîna Soçî ya 5’ê Tebaxê ya di navbera Pûtîn û Erdogan de, artêşa Tirk a dagirekr êrişên xwe li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêde kirin. Gelo ev ne nîşaneyeke ku di navbera van hêzan de lihevkirinên veşartî hene. Hûn van êrişan çawa şîrove dikin?

Wekî ku em dizanin li cîhanê şerekî dijwar rû dide. Bûyerên li Ukraynayê rû dane ne ji rêzê ne. NATO bi serkêşiya Amerîkayê dixwaze xwe ji nû ve birêxisitn bike. NATO’yê Rûsya dehfand ku şer li Ukraynayê pêk bîne, ev şer berfireh bû û dewletên Ewropayê tev lê bûn, gihişt asta ku hin dewletên ku nabe tev li NATO’yê bibin, tev lê bûn, mîna Swêd û Fînlandiyayê. Her wiha hin dewletan abonetiya xwe ya salane nedan. Ev hemû hişt ku NATO bighêje merheleya hilweşînê. Lê pêşketinên ku vê dawiyê çêbûne hişt ku NATO xwe ji nû ve birêxistin bike. Amerîka jî hêzên xwe xurt kirin û li gelek dewletan belav kirin.

Di vê çarçoveyê de, Rûsya dît ku hevsengî êdî diqulipin û li beramberî wê eniyeke nû heye. Destpêkê bi Çînê re koordîne kir da ku helwesta xwe bike yek û eniyekê li hemberî NATO û dewletên Ewropayê ava bike. Me ev yek di serdana Nancy Pelosi ji bo Taywanê de dît, ku xwest nameyekê bide ku wan ji Rûsyayê re aloziya Ukraynayê afirand û heger wisa dewam bikin wê aloziya Taywanê bikişînin li hemberî wê. Di vê rewşê de, Rûsya li qada Rojhilata Navîn şerekî bi rêve dibe û dixwaze berjewendî û destkeftiyên xwe biparêze, di heman demê de hebûna xwe ji Amerîka û NATO’yê re îsbat bike. Ji ber vê yekê bi bin perdeya Soçî û aloziya Sûriyê de li Tehranê bi Tirkiyê û Îran re civiyan.

Tirkiyê li ser du werîsan dilîze. Li aliyekî NATO’yê çavê xwe li hin mijarên girêdayî genim, Deryaya Reş, aloziya Ukrayna, Sûriyê û Iraqê, bi taybet mijara tesfiyekirina kurdan girtiye. Li aliyekî din jî NATO’yê Tirkiyê ji bo pêkanîna hin planên xwe yên li dijî Rûsyayê bi awayekî rasterast bi kar tîne. Tirkiyê sûdê ji vê rewşê digire. Li aliyekî têkiliyên wê bi Rûsyayê re hene û li aliyekî din jî têkiliyên wê bi Ukraynayê re hene, di heman demê de endameke NATO’ yê ye.

Li vir Îranê dimîne ku ji hêla her du aliyan ve derbeyan dixwe. NATO hewl dide zextê li Îranê bike da ku bandora xwe li Rojhilata Navîn winda bike. Îran dibîne ku ji aliyê Îsraîlê ve êriş li ser wê hene û Tirkiyê ji ber berjewendiyên xwe nikare alîkariya wê bike. Îran û Rûsya xwe di krîzekê de dibînin.

Tirkiyê dixwaze vê derfetê li gorî berjewendiyên xwe li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Herêmên Parastinê yên Medyayê bi kar bîne. Li ser vê yekê hersê dewlet li Tehranê civiyan. Di rastî de xwestin Îranê ya di nava gefên domdar û xeteriya qirkirinê de ye razî bikin û bi rêbazên cûda hewl bidin ku dûrî wan neçe, lê hemû daxwaz nayên qebûlkirin. Mînak Îran qebûl nake ku Tirkiyê derbasî Til Rifet, Nibul û Zehra û Helebê bibe. Civîn li Tehranê hat lidarxistin da ku her aliyekî yê din razî bike, ji ber ku Îran hin plan red kirin,  Tirkiyê û Rûsya xwestin li Soçî bicivin û li ser hin mijaran li hev kirin. Tirkiyê bi rêbazek din erêkirin wergirt ku biçe herêmên di bin kontrola Koalîsyona Navneteweyî de û herêmên di bin serweriya Rûsyayê de û pêşniyaza têkiliyên Erdogan û Beşar El Esed kir.

Wezîrê Karê Derve yê Tirkiyê Mewlûd Çawîşoglu eşkere kir ku hevdîtineke kurt bi hempêşeyê wê yê Sûriyê Feysel Miqdad re, li Belgradê de pêk hat û daxwaza lihevhatina di navbera opozîsyon û hikumeta Şamê de kir. Hûn vê yekê çawa şîrove dikin, gelo em dikarin wê wek berjewendî ji bo gelê Sûriyê bihesibînin û çima?

Helbet di dirêjahiya salan de, ji sala 2011’an û heta niha ve Erdogan digot ku El Esed rewatiya xwe winda kiriye û êdî nabe ku li ser desthilatdariyê bimîne. Lê di vê civînê de xwestin ku Erdogan têkiliyan bi El Esed re deyne û gelek mijar werin guhertin, yanî heger Tirkiyê herêmên rojavayê Firatê yên di bin kontrola Rûsyayê de dagir bike, wê ne bi rêya şer be, lê belê wê bi rêya lihevkirinên bi rejîma Sûriyê re be. Heger lihevekirin di navbera Beşar El Esed û Erdogan de çêbibin wê demê wê opozîsyona Sûriyê ya ku xwe wekî dosta Tirkiyê dibîne çi werbigire. Di rewşeke wiha de wê helwesta opozîsoyê tevlihev be. Em dibînin ku ji ber xiyaneta Erdogan a li opozîsyonê xwepêşandan li wan herêman li dar ketine. Erdogan dibîne ku êdî nema sûdê ji opozîsyonê digire.

Opozîsyon fam kir ku Erdogan wê bi kar dianî. Li vir merheleyek nû dest pê dike, gelo ew kes wê bi Tirkiyê re bimînin an na, gelo wê gelê Sûriyê wan efû bike? Opozîsyon bi tenê ma û ber bi hilweşînê ve diçe, gelê Sûriyê baweriya xwe pê winda kiriye. Bi vê yekê rastiya opozîsyonê û rastiya Tirkiyê eşkere bû.

A niha Tirkiyê dixwaze bi îstîxbarata Sûriyê re koordîne bike û bi rejîmê re danûstandinan bike. Di bin ala rejîmê de dixwaze xwe bighîne hin kesayetên ku bi rejîma Sûriyê re kar dikin û wan wekî sîxûr bi kar bîne. Ev  yek xeteriyeke din e, divê gelê me ji van planan hişyar be. Dema ku Tirkiyê bi rejîma Sûriyê re danûstandinan bike wê daxwaza wê ya pêşîn dayîna agahiyan li ser herêmên Rêveberiya Xweser û gihandina ziyanan li rêveberiyê be. Ji vê jî divê em tedbîrên xwe bigirin.

Di demên dawî de, artêşa Tirk a dagirker hin kesayetên fermandar wekî şehîd Dijwar û Rêzan Cawîd ê ku ji bo naskirina destkeftiyên Rêveberiya Xweser û veguhestina pisporiyan hatibû, kirin hedef. Gelo lihevkirineke li ser dayîna agahiyên îstîxbaratî li ser wan ji aliyê Rûsya an Koalîsyonê ve heye?

Êrişên dewleta Tirk a dagirker dest pê kirine. Niha em di rewşeke şer de ne. Koalîsyon û Rûsya di nav êrişan de şirîk in ji ber ku êrişan ranawestînin û sînorekî ji Tirkiyê re danayînin. Mînak hevala Jiyan bi Koalîsyona Navneteweyî re li dijî DAIŞ’ê şer kir û di navbera wê û koalîsyonê de koordîne hebû, her duyan bi hev re salvegera Şoreşa 19’ê Tîrmehê pîroz kirin. Li hemberî vê Koalîsyona Navneteweyî tu helwest neda, tenê peyama sersaxiyê da.

Divê koalîsyon nas bike ku ne ji van hêzan bûya, niha ew ê ne li vê herêmê bûya. Lê em dibînin ku ew di planên Tirkiyê de şirîk e. Ji wê zêdetir gelek fermanên me yên leheng ên ku bi lehengî şerê DAIŞ’ê kirin bi balafirên bê mirov ên Tirkiyê şehîd bûn. Heval Rêzan Cawîd jî kesayetek welatparêz û kurdistanî ye, xwedî bandoreke kurdistanî ya mezin e, di pêkanîna yekîtiya neteweyî de kedeke wî ya dem dirêj heye. Heval Rêzan Cawîd xwest ku tecrûbeya Rojava û parastina destkeftiyên gelê Kurd bibîne bi balafira Tirkiyê şehîd bû. Ev ji bo gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê cihê xemgîniyê ye. Em şehîd Dijwar, Rêzan û Mihyedîn bi bîr tînin û soza şopandina xeta wan didin û di vê dozê em gav paşde navêjin.

Li hemberî van planan, ji gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê çi tê xwestin, divê helwesta wê çawa be?

Li hemberî gelê me bi hemû pêkhateyên wê Kurd, Ereb, Suryan, Kildan û Asûr hewldanên qirkirinê hene. Mîna projeya me li tu dewletan nîne. Ji ber vê yekê divê em şoreşa xwe û destkeftiyên wê biparêzin. Ev erk ne tenê dikve ser mile hin ciwanan, lê erka tevahî gel e. Divê gel li gorî şerê gel ê şoreşgerî amade be, yanî divê xwarin û vexwarin werin depokirin, li hemberî plan an ajanan, hevkarî bi hêzên ewlekariyê re were kirin. Ev rastiya şerê gel ê şoreşgerî ye, divê li gorî wê kar were kirin. Di vê merheleyê de beşdarbûna hemûyan pêwîst e ku bi hemû hêza xwe beşdarî bersivandina êrişên Tirkiyê bibin.

Back to top button