ManşêtNûçe

Zelal Ceger: Ji bo rawestandina êrîşên Tirkiyeyê pêwîste gelên azadîxwaz helwesta xwe nîşanbidin

Hevsrokatiya Tevgera Civaka Demoktraîk TEV-DEM “Zelal Ceger” diyar kir ku tiştê ku ji gelê me tê xwestin ji her wextekî zêdetir ji bo li hemberî êrîşên dewleta Tirk bisekinin pêwîst e ku helwestên xwe nîşan bidin, her wiha xwedî li rûmet û destkeftiyên xwe derbikevin. Ev hat di der barê hevdîtinekê li gel malpera me.

Hevsrokatiya Tevgera Civaka Demoktraîk TEV-DEM Zelal Ceger di destpêka axaftina xwe de got: Dewleta Tirk destkeftiyên ku kurdan di sedsala 21’an de bidestxistiye qebûl nake û gelekî zora wê dibe, ji bo vê yekê jî dewleta Tirk dixwaze împratoriya xwe ya Osmanî li ser gelê me berdewam bike, îro jî gelê kurd dixwaze xwedî mafê be, û xweseriya xwe raghîne weke miletekî xwedî hebûn, nerazîbûna wê li hember vê yekê ye, her wiha ji bo ku dewleta Tirk destihlatdariya xwe li ser gelê kurd berdewam bike û temenê dewleta xwe dirêj bike van êrîşên dijwar li ser her çar parçeyên kurdistanê pêk tîne, em vê yekê dibînin di riya girtin û qetlîamên ku li ser vî gelî pêk tîne, nêzîkbûna ku dewleta Tirk çêdike di Rojhilata Navîn de hemî li dijî gelê kurd e, xeteriya dewleta Tirk  li ser tevahiya gelan e çi ereb, Suryan, Aşûrî her kes vê rastiyê dizane, ji bo vê yekê divê her kes li hember vê detsihlatdarî û dagirkeriya Tirk helwesta xwe bide nîşandan.

Ceger wiha domand: Ji bo êrîşên li ser bakurê kurdistanê, dewleta Tirk di van êrşîan de milet di qetilaman derbas dike di bin navê nijedperestiyê de û di heman demê de jî girtina pir zêde bi sedema ku mirovek nikare li ser malperên xwe tiştekî belav bike li ser aştî, demokrasî û azadiyê, Tirkiyeyê bi gitşî bûye mîna zindaneke vekirî û milet di bin îşkenceyê de jiyan dike mafê mirovahiyê tune ye ev hemû tê ji ber bê hêz bûna dewleta Tirk ku hemû tiştî bi şidetê bi kar tîne, gerek her kes vê rastiyê zanibe, di encamê de wê gel rabe ser xwe û wê li dijî wê bisekine, AKP ji bo ku bikaribe xwe li ser piya bihêle di milê leşkerî de hemû rengê hovîtiyê li ser gelê kurd dimeşîne, ji bo ku em karibin li hemberî vê bisekinin divê gelên azadîxwaz li hemberî wê helwesta xwe bê nîşanbide.

Têkildarî êrîşên ku li ser gelê şengalê tên kirin Zelal Ceger diyar kir ku, ermanc û hedefê dewleta tirk ji van êrîşan ku çand û mîrasê kurda bişkîne û mehû bike, û dixwaze siyaseta DAIŞ’ê bimeşîne çawa ku bi serê gelê şengalê kir ji kuştin, û talankirn, û nediyar kirina cihên bi hezaran zarok, xort û keçan heta vê demê.

Hêjayî gotinê ku dewleta Tirk di vê demê de balafirên xwe dişîne li ser şengalê û bi awayekî hovane ew bombebaran dike her wiha naxweşaxaneya wê kir hedef û binpêkirinan der heqê gel de pêk tîne.

Di heman demê de êrîşên dewleta Tirk li ser herêmên rojavayê Kurdistanê li milê xeta Zirganê, Til Temir, Girê Spî, Til Refetê, Efrînê û Şehbayê, dewleta Tirk dixwaze tirsê bixe nava gel de, ku gel bide ber koçberkirin û wan ji hole rakin, pilanê xwe yê berî çend salan pêk tîne, ji ber ku armanca dewleta Tirk ew e tevahiya bakur û rojhilatê Sûrî dagir bike.

Hevsrokatiya Tevgera Civaka Demoktraîk TEV-DEM Zelal Ceger di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku dewleta Tirk pilana xwe ya ku sala 2019’an pêkanîbû, dixwazê îro bi ser bixe, tiştê ku ji gelê me tê xwestin ji her wextekî zêdetir ji bo li hemberî êrîşên dewleta Tirk bisekinin pêwîst e helwestên xwe nîşan bidin, her wiha xwedî li rûmet û destkeftiyên xwe derbikevin, û parastina Rêveberiya Xweser bikin ya li ser bingeha Netewa Demokratîk, ji ber ku dewleta Tirk bi armanca têkbirina netewa demokratîk êrîşan li ser bakur û rojhilatê Sûrî pêk tîne.

Back to top button