ManşêtNûçe

​​​​​​​Di mehekê de li Efrînê 45 welatî hatin revandin, 900 dar hatin birîn

Ev 4 sal e artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê kantona Efrînê dagir kiriye û niştecihên wê koçberî kantona Şehbayê bûne. Siyaset û kiryarên dagikeriya Tirk û çeteyên wê û MÎT`ê bi dagirkirinê sînordar nema, lê belê hîna jî ji bo koçberkirina şêniyên resen ên li kantonê, sûcan herî hovane li dijî wan pêk tînin.

Li gorî rapora Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyê, dewleta Tirk a dagirker di Hezîrana derbasbûyî de di nav de jinek, 45 welatî revandin, her wiha bi armanca xerakirina xwezayê û bazirganiyê zêdetirî 900 dar birîn.

Li navçeya Cindirêsê ya kantona Efrînê ya dagirkirî, MÎT`ê û çeteyên El-Hemzat, çeteyên Polîsên Leşkerî û Feyleq El-Şam 14 welatî revandin.

Çeteyên Emşat, Cebhe El-Şamiyê û çeteyên Polîsên Sivîl û Polîsên Leşkerî bi hincetên bêbingeh li navçeyên Şiyê, Şêrawa, Bilbilê û Mabata jî 11 welatî revandin ku yek ji wan jin e.

Li navçeya Şêrawa jî çeteyên Feyleq El-Şam, çeteyên Polîsên Leşkerî û çeteyên “Ewlehiya Siyasî” 13 welatî revandin.

Li navçeya Raco û navenda kantona Efrînê ya dagirkirî jî, MÎT`ê û çeteyên Ehrar El-Şerqiyê û çeteyên Polîsên Leşkerî 7 welatî revandin.

Li gorî rêxistinê, çeteyên artêşa Tirk a dagirker li seranserê kantona Efrînê zêdetirî 900 dar (zeytûn, hinar û darên din) birîn da ku bi êzingan bazirganiyê bikin û xwezayê wêran bikin.

Li gorî Rêxistina Mafên Mirovan, di 6 mehên destpêkê yên îsal de, di nav de 30 jin, çeteyên dagirkeriya Tirk 346 welatî revandine, 18 kes qetil kirine. Her wiha zêdetirî 8 hezar û 500 dar birîne, bêhtirî 300 darên din jî şewitandine, di heman demê de bi dehan hektar daristan û zevî şewitandine.

Back to top button