ManşêtNûçe

Yekîtiya Êzdiyan bi boneya salvegera dagirkirina Efrînê daxuyaniyek da

Bi boneya salvegera 4`an a dagirkirina Efrînê Yekîtiya Êzdiyên Efrînê daxuyaniyek da.

Endamên Yekitiya Êzidiyan a Kantona Efrînê, saziyên sivîl û nûnerên partiyan li Kampa Berxwedan a li navçeya Fafînê ya kantona Şehbayê kom bûn.

Mamoste Arksîn Marko û endamê rêveber ê Yekitiya Ciwanên Êzidî ya kantona Efrînê Esed Marko daxuyanî xwend.

Daxuyanî wiha ye:

“Di 20`ê Çileya 2018`an de dewleta Tirk û bermahiyên DAIŞ`ê, bi awayekî hovane êrişî kantona Efrînê kir. Dewleta Tirk di wan êrişan de çekên herî pêşketî, balafir û çekên qedexekirî bi kar anîn.

Piştî berxwedaneke bêhempa ya 58 rojan dewleta Tirk a dagirker li gel bêdengiya dewletên cîhanê û heta dewleta Sûriyê, Efrîn dagir kir û derdora 300 hezar kes ji şêniyên resen koçber kirin.

Ji roja yekemîn a dagirkirinê ve, dewleta Tirk a dagirker dest bi guhertina demografiya herêmê kir. Armanc kir nasnameya kurd a Efrînê ji hole rake. Di wê çarçoveyê de demografiya gundên êzidî guhert, tê de mizgeft ava kirin û goristanên êzidiyan ên ku dîroka wan vedigere bi hezaran salan wêran kir.

Di 4 salan de me gelek sûcên dewleta Tirk a dagirker û komên girêdayî wê li dijî kurdên êzidî belge kirin, sûc wiha ne:

9 bûyerên kuştina bi zanebûn.

64 kes bi hicetên nerast û ji bo girtina fîdyayan hatin revandin. Çarenûsa gelek ji wan nediyar e. Her wiha gelek ji wan zêdetirî carekê hatine revandin.

Wêrankirina 16 gortistanên êzidiyan ji bingeha 19.

Wêrankirina avahiya Yekitiya Êzidî ya li bajarê Efrînê, li şûna wê dibistanek bi navê dibistana Îmam û El-Xatîb hat avakirin.

Li gundên êzidiyan mizgeft hatin avakirin. dibistan û navendên ezberkirina quranê hatin vekirin. Bi rêya rêxistinên girêdayî ixwanan, ola islamê li êzidiyan hat ferzkiriin.

Malbatên çekdaran li şûna yên resen hatin bicihkirin. Li gelek gundên êzidiyan avahiyên mêtîngeriyê hatin avakirin, mîna avahiya mêtîngeriyê ya bi navê Tawon li gundê Baflûnê û Besma li gundê Şadirê hatin avakirin.

Ev avahî bi fînansekirina rêxistinên kiwêtî tên avakirin mîna komeleya Şêx Abdullah El-Nûrî ya Kiwêtî, rêxistina Eyadî Beyda û filistînên 1984`an. Ev rêxistin hemû girêdayî rêxistina ixwan muslimîn e.

Ji ber wê em sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî gelê xwe şermezar dikin. Em bang li civata navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan dikin ku li hember dewleta Tirk a dagirker bisekinin, ji Efrînê û herêmên dagirkirî yên din derxin.”

ANHA

Back to top button