ManşêtNûçe

HRW : Dewleta Tirk binpêkirinê li hermên dagirkirî didomîne

Rêxistina Human Rights Watch HRW rapora xwe ya sala 2021’an derbarê rewşa Sûriyê de weşand.

Di rapora Rêxistina Human Rights Watch de wiha hat diyar kirin:

Ji sala 2011’an ve ku aloziya Sûriyê dest pê kiriye û heta niha roj bi roj rewşa xelkê xirabtir bûye, her sal derbarê êş û azarên xelkê Sûriyê de rapor tên weşandin, lê ji bo çareseriyê û pêşîgirtina li vê keraseta mirovî, xebatekî cidî nayê meşandin..

Rêxistina Human Rights Watch HRW rapora sala 2021’an a li ser Sûriyê weşand û tê de binpêkirinên mafên mirovan ên li herêmên ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve dagirkirî anî ziman.

HRW di rapora xwe de got ku pêwîstiya zêdetirî 13.1 milyon ji xelkê Sûriyê bi alîkariya mirovî heye..

Her wiha hat gotin ku bi milyonan kes li bakurê Sûriyê pêwîstiya wan bi riyên sînor tên bi cihanîn û di nav de jî derman û di sêrî de derziyên Koronayê…

Komên xêrxaziyê jî tînin ziman ku piştî NY xebatên xwe yên bi rêya sînorên Iraq û Sûriyê di Çileya 2020`an de rawestandin, ew nikarin desteka tendirûstî bidin herêmê..

Di raporê de li ser girtina deriyan jî ev yek hat gotin: “Di Tîrmeha 2021`an de, Meclisa Ewlehiyê ya NY mekanîzmaya derbaskirina alîkariyan ji Iraqê ber bi Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve nû nekir.

Ji ber gefa Rûsiya ya vetokirinê, Meclisa Ewlehiyê tenê deriyeke sînor bi bakur-rojavayê Sûriyê re vekir.”

Li gorî raporê, hikumeta Şamê jî şertên tund li ser gihandina alîkariyan ferz dike û vê mijarê li dijî dijberên xwe bikar tîne..

Di raporê de li ser herêmên ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve hatin dagirkirin jî ev yek hat gotin: Mafên sivîlan tên binpêkirin û mal û milkên sivîlên Kurd tên talankirin.

Her wiha di raporê de li ser dewleta Tirk û çeteyên wê ev agahî hatin eşkere kirin: “Di Kanûna 2019`an de, desthilatên Tirkiyê û koma çekdar a girêdayî Artêşa Nîştimanî ya Sûriyê herî kêm 63 welatiyên sûrî girtin û bi awayekî derqanûnî birin Tirkiyê.

Di Cotmeha 2020`an de ji kesên girtî 5 kes hukmê muebed hatin cezakirin.”

Derbarê leşkerkirina zarokan jî hat gotin ku çeteyên Artêşa Nîştimanî ya Sûriyê leşkerkirina zarokan didomînin û di 2021`an de herî kêm 20 zarok kirin leşker.

Back to top button