Rêveberiya Xweseriya Demokratîk civînên xwe yên bi gel re berdewam dike. Civîna sêyemîn ji şêniyên navçeyên Dirbêsiyê û Zirganê re li dar xist.
Civîn li yarîgeha Beledî ya Dirbêsiyê hate lidarxistin.
Hevserokê Meclisa Kantona Hesekê Xebat Silêman, cîgira hevserokatiya Desteya Rêveberiya Herêmê û Jîngehê ya Herêma Cizîrê Bêrîvan Omer, hevseroka Desteya Kar û Barên Civakî ya Herêma Cizîrê Hindirîn Sîno, endama Rêveberiya Desteya Jinan Evîn Qafûr, hevseroka Komîteya Perwerde û Fêrkirinê Zehra El-Elî, hevserokê Desteya Tenduristiyê Mistefa Keleş, cîgirê Hevserokatiya Desteya Aborî Mehmûd Mihemed, endamê Rêveberiya Sotemeniyê ya Herêma Cizîrê Ebdulselam Ebas û bi sedan şêniyên Dirbêsiyê û Zirganê tev li civînê bûn.
Destpêka civînê cîgira hevserokatiya Meclisa Kantona Hesekê Zeyneb Mûrad rewşa siyasî nirxand. Zeyneb Murad bal kişand ser êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê, girtina deriyên sînor ên bi herêmên navborî re û ambargoya li ser herêmê.
Dûvre rapora salê ya kar û xebata Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê hate xwendin û îşaret bi bûdceya par hate kirin ku 5, 638, 000 dolar bû û ya îsal ku 17, 920, 000 e.
Li gorî raporê, plansaziya Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê ya 2022`an ev e:
-Girîngiyê bidin qada tenduristiyê û hewcedariyên kampan,nexasim ên koçberên Serêkaniyê werin dabîn da ku afata vîrusa Korona derbas bikin.
– Nexweşxaneya Şedadê wê were aktîvkirin.
-Navenda magnetic resonance ya li Hesekê wê were aktîvkirin.
-Navendên tenduistiyê wê werin vekirin.
-Alav û cîhazên taybet bi nexweşxaneyan werin dabîkirin.
-Deriyên vîrusa koronayê wê werin peydakirin.
-Li aliyekî din jî dê li gund û navçeyan li gorî pêwîstiyê, dibistan werin vekirin û yên heyî jî werin sererastkirin.
-Li gorî beşdan fakulte û peymangehên nû werin vekirin.
-Hewcedariyên malbatên şehîdan û hevserên wan ên tibî werin bicihkirin.
-Li gorî hewcedariyên herêmê, bajarên pîşesaziyan werin vekirin.
-Zêdekirina miqdarê sotemeniyê û başkirina kalîteya wê.
-Sererastkirina hemû bendav û kanalan.
-Li Til Hemîs, Dirbêsiyê, Tirbespiyê û Girkê Legê navendên Erka Xweparastinê werin vekirin.
Di civînê de kêm û kurtiyên saziyên rêveberiyê hatin destnîşankirin û îşaret bi girîngiya derbaskirina wan hate kirin.
Li aliyekî din jî gelê herêmê ev daxwaz kirin:
-Ji bo qada çandinî û sewalkariyê destek were dayîn.
-Rê werin sererastkirin.
-Destekê bidin nexweşxaneya şehîd Xebat a navçeya Dirbêsiyê.
-Li navçeya Zirganê navendeke tenduristiyê were vekirin.
Li kantona Hesekê ev civîna sêyemîn e ku Rêveberiya Xweser ji gel re lidar dixe, beriya vê jî li bajarê Hesekê û navçeya Til Temir du civîn li dar xistine.
ANHA