ManşêtNûçe

Wezareta Karên Derve ya DYA’yê êrişa li ser Kobanê şermezar kir

Wezareta Karên Derve ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) bi daxuyaniyanyekê êrîşa dewleta Tirkiyê li ser Kobanê şermezar kir û bang li hemû aliyan kir ku lihevkirineke siyasî li Sûriyê li gorî biryara Meclisa Ewlehiyê ya NY’ê ya 2254’an pêk bîne.

Her wiha hestyariya xwe ya kûr bi malbatên ku ewladên wan jiyana xwe ji dest da û birîndarên sivîl ên li Sûriyê ku ji ber êrişa terorîst li Til Helef û bombebarana li Kobanê, diyar kir

Di çarçoveyek têkildar de Hêzên Ewlekariya Hundirîn li bakur û Rojhilatê sûriyê di daxuyaniyekê de diyar kir ku  balafireke bêpîlot malek li gundê Helincê yê rojhilatê Kobanê saet di 17:30`an de bombebaran kir û di encama wê de her du endamên Koordînasyona Kongreya Star Zehra Birkul, Hebûn Mele Xelîl û xwediya malê Emîna Weysî şehîd bûn.

Hêzên ewlehiyê bang li Koalîsiyona Navdewletî û li Rûsiyayê kir ku bi erkên xwe rabin der barê van sûcên domdar ku ji aliyê artêşa dagirkeriyê û biryarên agirbesta ku Dewleta Tirkiyê û Rûsiyayê li ser li hevkirine pêk bînin.

Back to top button