ManşêtNûçe

TJA: Jin dê dev ji têkoşîna xwe ya ji bo mirovbûnê bernedin

Tevgera Jinên Azad TJA têkildarî 10’ê Kanûnê Hefteya Mafên Mirovan daxuyaniyeke nivîskî da û bal kişand ku dewleta Tirkiyeyê sûcê li dijî mirovahiyê kiriye û heta niha jî vê siyaseta xwe didomîne.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

“Di rastiya Kurdistanê de ku şerê cîhanê ya sêyem lê giran bûye, qirkirin bi înkar û îmhaya nasnameya Kurd tê meşandin. Desthilatdariya heyî ku diyardeya zîhniyeta DAIŞ’ê ya di zîhniyeta serdest a mêr de derketiye holê, bi polîtîkayên şerê taybet ên li Kurdistanê bi pêşengiya hêzên hiqûqê, bi polîtîkayên şerê taybet re komkujiya jinan weke komkujiyeke civakî bi pêş dixe. Di şerê qirêj ê li Kurdistanê tê meşandin de, bi êrîşên dagirkeriyê, bi taybetî jî bi bikaranîna çekên kîmyewî, sûcên li dijî mirovahiyê bi pêşxistina her cure komkujiyan berdewam dikin.”

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku desthilatdariya AKP-MHP’ê li dijî tevahiya nasnameya Kurd şer dimeşîne û wiha hat gotin: “Êrîşên tacîz û tecawizê yên li ser jinan bûne tiştekî asayî, qetlîamên li dijî jinan bêceza tên hiştin, bi paşguhkrina maf û azadiyê, mafên bingehîn ber bi faşîzma tam ve diçe. Ev hemû êrîş û zext bi riya pergala îşkenceya Îmraliyê li hemû girtîgehan û civakê belav bûye. Her kesê ku cudahiya mirovbûnê bi nasnameya xwe ya jin, nasnameya neteweyî, zarok, ciwan, bawerî û nasnameya xwe ya çandî hildigire, her roj bi her awayî di bin gefa êrîşên dijwar û girtinê de dijî.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku jin dê dev ji têkoşîna xwe ya ji bo mirovbûnê bernedin û bal hat kişandin ku têkoşîna rêxistinbûyî ya jinan hedef hatiye girtin û destkeftiyên wan hatine paşguhkirin.

Back to top button