Îro 8’ê Befanbarê, şandek ji têliliyên jin di Partiya Yekîtiya Demokrat PYD serdana nivîsgeha Partiya Yekîtiya Suryanî li Qamişlo kir, bi armanca kordînasyon, xebat û nîqaşkirina rewşa jin bi giştî.
Şande ji “Erîfa Bekir” û “Şadiya Omer” endamên têkiliyên jin di Partiya Yekîtiya Demokrat de pêk hat.
Di pêşwaziya wan de, berpirsa nivîsgeha jin di Partiya Yekîtiya Suryanî de “Ebîr Îliya” û “Fadiya Ardêş û Şêrîn Xûrî” endamên di nivîsgeha jin di Partiya Yekîtiya Suryanî de.
Di serdanê de, li ser rewşa jin bi gist, geşedanên dawî yên derbarî jin li herêmên bakur û rojhilatê Sûrî û çawaniya pêşxistin û piştgiriya jin hat gotûbêjkirin, her wiha tekezî li ser pêwistiya kordînasyon û xebat di nav bera her du aliyan de kirin.