ManşêtNûçe

Şêniyên Helebê tecrîda li ser rêber Ocelan şermezarkirin

Bi rêxistina Meclisa Giştî ya taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê li bajarê Helebê, xwepêşandanek girseyî ji bo tecrîda li ser rêber Ocelan ji pêşiya Salona Civînan li taxa şehîd “Robar” destpê kir.

Bi hezaran ji şêniyên taxa Şêx Meqsûd û Eşrefiyê li Helebê tevlî xwepêşandanê bûn, pankartên li ser nivîsên “Dem dema azadiya rêber Apo ye” hildan.

Her wiha di xwepêşandanê de hin gotin hatin kirin, tekez kirin ku komploya çêdibe li dijî projeya Netewa Demokratîk û felsefeya rêber Ocelan wê neghêje tu encamî, bi sedema hişmendiya li cem gelên herêmê, û rewşa berxwedanê û têkoşînê ya ku civakek exlaqî siyasî ava kir, ku ji doza mafê xwe yê rewa yê jiyaneke birûmet dudilî nabe.

Xwepêşandaran daxwaz ji civaka navdewletî û rêxistinên mafên mirovan kirin ku rola xwe ya exlaqî bilîze ber bi azadiya rêber Ocelan, her wiha banga bilindkirina asta têkoşînê û berxewdanê kirin li pêşiya dagirkeriya Tirk û çeteyên wê, û nehêlin îradeya gelê herêmê bişkînin.

Back to top button