ManşêtNûçe

Tirkiyeyê siyaseta tirkkirinê li bakurê Sûrî didomîne

Kontrola Tirkiyeyê li ser bajar û herêmên mezin ji bakurê Sûriya veghurî” dagirkirina nerm”, di riya avakirina desteyên Îdarî û fêrkirinê û ferzkirina menahicên xwe yên perwerdeyê, û guhertina pereyên Sûrî, nasnameya Sûrî û guhertina navên bajar û kolanan, wekî din bi cih kirina malbatên koçber ji parêzgehên Sûrî ên hundir û başûrê welat di malên koçberên ku bi zorê ji malê xwe derketin.

Aliyên siyasî ên Sûrî ji gavên Tirkiyeyê hişyar dan, ku Tirkiyeyê siyaseta tirkkirinê berdewam bike li ser herêmên bakur ên ku dikevin di bin kontrola wê de, trisa xwe diyar kirin ji dûbare kirina sînaryoya “Lîwa Îskenderon” li ser bajarên” Îdlib, Efrîn, Bab, Îzaz, Cerablus, Girê Spî û Serêkaniyê” ku Tirkiyeyê ew herêm dagirkiriye di riya piştgiriya wê ji fesîleyên dijber di der barê salên şer li welat û bi destwerdanên leşkerî.

Bi hemû tedbîrên ku Tirkiyeyê pêk anî ji ferzkirina minhacên perwerdeyê û destpêkirina nav û termên kesayet û sembolên Tirk li ser bajar, bajarok û kolanên Sûrî, û girêdana her bajarek Sûrî bi wîlayetek Tirkî ve, serokê Tirkiyeyê birayrek dabû li ser vekirina fakulteya Tib û peymangeha Bilind a Zaninstên Tenduristiyê girêdayî Zanîngeha Zanista Tenduristiya ya Tirkiyê ya li Stenbolê li bajarokê “Raî” yê li gundewarê Helebê, bertekên xurt ji hêla gelê Sûrî hat kirin û bêdengiya hikumeta Sûrî li ser vê binpêkirinê rexne kirin.

Piştî çend rojan ji biryara serokê Tirkiyeyê Receb Teyîb Erdogan li ser vekirina fakulteya Tib û peymangeha Bilind a Zaninstên Tenduristiyê li bajarokê Raî, hikumeta Sûrî ji bêdengiya xwe derket, û nerazîbûna xwe nîşanî da di riya daxuyaniyekê ji Wezareta Derve, her wiha bi kiryarekî “Xeter û li dijî qanûnên navneteweyî” bi nave kir.

Wezaretê got ku Şamê bi hemû awayan biryara rêjîma Tirkiyeyê bi vekirina falkuteya Tib û peymangeha Bilind ya Tenduristiyê girêdayî Zanîngeha Îstanbûlê li bjarokê Raî red kir.

Hikumeta Şamê bang li Konseya Ewlekariyê kir ku berpirsyartiyên xwe yên parastina aştî û ewlehiya navneteweyî bi cih bînin, dawî li sûcên rejîma Tirk ên li dijî gelê Sûriyê bînin.

Back to top button