ÇalakîManşêt

Meclisa Jin ya PYD dewreyek perwerdeyê li Rimêlan bi dawî dike

Meclisa Jin ya Partiya Yekîtiya Demokrat PYD roja Yekşemê di dîroka 7 sibatê de, dewreya rêveberiyên partiyê ji pêkhateyên ereb bi dawî kir, tevlî perwedeya firkî bibûn bi armanca xurtkirina hişmendiya siyasî û çalakkirina rola jinê bi awayekî taybet, li Ekadîmiya Siyasî Demokratî li Rimîlan.

Îdariyên di partiyê de ji dewreya perwedeyê mezûn bûn, bi navê şehîda “Duniya Destan” dewre 15 roja dom kir, bi tevlîbûna 15 hevalan, di dewreyê de ders û semînerên li ser “Jin û Siyaset, rastiya pêşengtiyê, rexne û rexindayîn, pernesîbên jinê, îdyolojîk, giringiya perwerdeyê”, hatin dayîn û ji xeynî wê ji semînerê girêdayî dîroka jinê.

Îdariyan di nava çalakiya mezûnê de tekez kirin ku ew ê li ser rêça şehîdan bimeşin, û binpêkirinên Tirkiyeyê der heqê jinê, wê îsrara wan zêdetir bike ku gavan bavêjin pêş li gorî têgeha Netewa Demokrat, ya ku di nav de azadiya jinê û bidestxistina mafên wê misoger dike.

   

Back to top button
Close