Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê binpêkirinên xwe li kantona Efrînê didomînin, Gerînendetiya Şûnwaran a Efrînê kolandina Girê Şorbe û rûxandina tiştên dîrok her wiha hilkirina gelek darên zeytûnan ji hêla çeteyên dewleta Tirk a dagirker belge kir.
Girê Şorbe 20 km li bakurê navenda bajarê Efrînê dikeve, di aliyê îdarî de girêdayî gundê Gemrûk û Sêmalka ye. Gir nêzî 700 m li bakurê gundê Gemrûkê ye. Girê Şorbe yek ji girên dîrokî ye û li gorî biryara (244) a sala 1981`an, di lîsteya Wezareta Çandê û Gerînendetiya Şûnwaran a Sûriyê de hatiye qeydkirin.
Piştî dagikirina kantona Efrînê, di sala 2019`an de artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi alavên giran gir kolandin. Gerînendetiya Şûnwaran a Efrînê di 12`ê Kanûna 2019`an de ew yek bi wêneyan belge kiribû.
Di demên dawîn de, gerînendetiyê wêneyên ku ji asîman hatine kişandin bi dest xistin ku dîroka wan vediger 28`ê Kanûnê û bi wê yekê agahiyên derbarê mijarê de tên piştrastkirin.
Di wêneyan de xuya dibe ku dagirkeriya Tirk li seranserê rûpîvana girê bilind korten mezin çêkirine û tiştên dîrokî yên hatine dîtin rûxandine, her wiha gelek darên zeytûnan ên li bakur û bakurê rojavayê gir hatine hilkirin.
Gerînendetiya Şûnwaran a Efrînê diyar kir ku derbarê kûrahî û rûpîvana rastîn a wan kortan û çawaniya tiştên dîrokî yên ji gir hatine dîtin de, agahiyên zêdetir di destên wan de tune ne.