ManşêtNûçeyên Lezgîn

Tirkî li Danîmarka pilan kiriye muxalifan bikuje

Di 2017ê de rêxistina îstixbaratê ya Danîrmaka pê dihese ku Tirkî pilana kuştina hin muxalifan li Danîmarka kiriye û bi bayê bezê muxalifên hedef dixe bin parastinê de.

Êvareke înê di destpêka sala 2017ê de du kesên bi cilên sivîl diçine mala tirkekî li Danîmarka û dibêjinê de:

Ixbar ji me re hatiye ku dawiya vê heftiyê tê bê kuştin, loma divê em yekser te ji vir bibin.

Zilamê ku em ê jê re bêjin Mehmet dipirse bê ew henekan dikin:

Lê kesên ku nasnameyên xwe yên polîstiyê nîşanî wî dane dibêjin:

Mesele ewqas cidî ye ku mirov nikare henekên wiha bike” û jê dixwazin ew bilezûbez xwe kar bikin da ku xênî terk bikin.

Mehmet bi eslê xwe tirk e, lê bi dehsalan e ku li Danîmarka dimîne. Û li wir ew weke alîgirekî tevgera Gulen tê naskirin.

Li gor zanyariyên ku rêxistina îstixbarata Danîmarka PETê bi dest xistine û ev agahî ketine destê me de Mehmet yek ji çend hedefên mêrkujan bûye. Di rapora ku Radyoya Swêdê weşandiye de jî ji ber ewleyiya wî ne navê wî tê eşkere kirin, ne jî dengê wî tê bihîstin.

Li gor agahiyên îstixbarata Danîmarka mêrkujên ku hatibûne Mehmet û hevalên wî grûpeke çeteye ku ji aliyê Tirkî ve hatibûne erkdar kirin û têkiliyên vê çeteyê yên xurt bi siyasetmedarên bilind ên Tirkî re heye.

Paul Levin ku şefê Enstîtuya Zanyariyên Tirkiyê ye dibêje eger derkeve holê ku ev agahî rast in ev mesele û problemeke pir cidî ye.

Rêxistina Îstixbarata Danîmarka PET naxwaze ev agahî eşkere bibin. Ji ber ku hingî wî zerar bigihîşta têkiliyên navbera Tirkî û Danîmarka de. Ji aliyê din ve di destê Tirkî de daişiyên ku ji Danîmarka girtî hene. Bi eşkerebûna van agahiyan dibû ku serê Danîmarka biêşanda. Paul Levin dibêje Tirkî di rewşên wiha de bertekên tund nîşan dide û lewra dibe ku Danîmarka tirsiyabe ku ev dikare bibe serêşî.

Lê di meha yekê çileya 2017ê de îstixbarata Danîmarka PET neçar dimîne hin tedbîrên cidî bigre. Çend kesên ku wê sûîkast li wan were kirin û kuştin dide alîkî.

Yek ji wan kesan Mehmet bû ew dibêje:

Di nava çend deqeyan min û zarokên xwe me xwe kar kir, kincên xwe berhev kirin û der ketin. Polîs nehişt em telefon, komputer û tiştên wiha bi xwe re bibin. Li derve jî me dît ku çend erebeyên sivîl ên polîsan hene.

Malbata Mehmet di bin parastina polîsê îstixbaratê de berê xwe didine otêlekê, lê polîs yekser naajoyê, di nav kolanên Kopenhagê de ew fetlînoka didine xwe û di riyên dirêjtir re diçine otelê. Li wir jî nahêlin Mehmet û malbata wî karta bankê bi kar bînin. Ji bo têkiliyên acîl telefoneke kevin a nokiya didine Mehmet û wekî din wî tembih dikin ku têkiliyê bi kesekî re nedeyne.

Lê piştî çend rojan ew ferq dikin ku li derdora vê otelê tirk hene û Mehmet û malbata wî dibine ciyekî hêj ewletir, xaniyekî bi serê  xwe li derveyî bajêr. Nêzîkê du heftiyan ew li wira dimînin û di vê demê de tim hin kes nobedariya wan dikin.

Em nizanin bê di vê navberê de Danîmarka tam çi dike, lê li gor agahiyên me bi dest xistine ew têkiliyê bi muxatabên xwe yên Tirkî re dideynin û destnîşan dikin ku haya wan ji pilana Tirkiyê heye. Ji ber ku piştî 10-15 rojan êdî ew Mehmet agahdar dikin ku tehdît ji holê rabûye û ew dikare vegere jiyana xwe ya normal. Piştî vê bûyerê wî herwiha ferq kiriye ku asta tehdîtên ji Tirkiyê li hemberî wî kêm bûye.

Wekî din Zanyariyên teyidkirî hene ku ji bilî Mehmet çend kesên din jî di heman demê de ji ber heman sebebê hatine parastin.

Hêjayî gotinê ye ku berê li hin welatên din ên Ewrûpa bi taybetî li hemberî siyasetmedarên Kurd hin êrîşên ku girêdana wan bi Tirkî re heye hatine kirin. Di 2013ê de Sakine Cansiz jî di nav de sê siyasetmedarên jin li Parîsê hatibûne kuştin, par eşkere bûbû ku kesekî girêdana wî bi MITa Tirkîyê re heyî pilana kuştina hin siyasetmedarên kurd li Almanya kiriye û dîsa li Almanya îsal lîstikvanê futbolê Deniz Naki rastî êrîşeke çekdarî hatibû.

 

Back to top button