ManşêtNûçe

Tevgera Nûjen a Kurdisxtanî salvegera damezirandina partiya me pîroz dike

Tevgera Nûjen ya Kurdistanî – Sûriya, peyamek pîrozbahiyê ji Partiya Yekîtiya Demokrat PYD re sand, bi boneya salvegera 18emîn a dameziradnina partiyê.

Di naveroka peyamê de wiha hat:

Hevalên di Meclisa Serokatiyê û hemû kadro û endamên Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD), bi navê Tevgera Nûjen ya Kurdistanî, em bi boneya salvegera damezrandina partiya we pîrozbahiyê pêşkêş dikin, ku ala têkoşîn û azadiyê hilgirtibû, em dîroka tekoşîna riya we ya hejdeh salan pîroz dikin û fedekariyên şehîdên ku ev rê bi xwîna xwe nivîsandine bibîr tînin.

Tevgera Nûjen ya Kurdistanî – Sûriya

Qamişlo 2021/9/21

Back to top button