Encûmena Zagonsazî li herêma Cezîrê peyamek pîrozbahiyê ji Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) re şand bi boneya 18’emîn salvegera wê de.
Di peyamê de hate gotin:
Hevalên endamên Partiya Yekîtiya Demokratîk:
Bi boneya salvegera hejdehemîn a damezrandina partiya we, em pîrozbahî û bereketên xwe yên herî germ pêşkêşî we dikin, pesnê têkoşîna hêja ya ku hûn di paşdexistina neheqî û dîktatoriyê û rakirina neheqî û zilmê ji ser gelan de didin, em ji we re pêşketinek zêdetir dixwazin ji bo xurtkirina ruhê hevkariyê di navbera pêkhateyên bakur û rojhilatê Sûriyê de.
Dilovanî ji bo şehîdên azadî û rûmetê, serkeftin ji bo gelê me
Encûmena Zagonsazî li herêma Cizîrê