Nûnertiya partiya me ya li Başûrê Kurdistanê bi boneya hejdehemîn salvegera damezrandina Partiya Yekîtiya Demokrat PYD pêşwaziya şand û kesayetên siyasî dike.
Di heman çarçoveyê de, nûnerê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) li herêma Kurdistanê pêşwaziya şandên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê û Partiya Komunîst a Kurdistanê kir.
Birêz “Qadir Ezîz”, berpirsê nivîsgeha siyasî di Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê serdana nûnertiya partiya me li baûşrê Kurdistanê kir, ji bo pîrozkirina 18 saliya damezrandina partiyê û tekez kir li ser rola PYD di organîzekirin û parastina şoreşa Rojava de, û piştgiriya Yekîtiya Niştimanî ji partiya me re û şoreşa Gelê Kurd li Rojava.
Ji aliyekî din ve, Partiya Komunîst a Kurdistanê jî bi vê boneyê pîrozbahî pêşkêş kir, û bal kişand ser rola pêşengiyê ya PYD’ê di şoreşa Rojava de, û piştgiriya wan ji bo wê, destnîşan kir li ser girîngiya pêwendiyên biratî di navbera herdu partiyan de.