DaxuyanîManşêtNûçeyên Lezgîn

TEV-DEM’ê Şoreşa 19’ê Tîrmehê rastiya şoreşa Sûriyê diyar dike

Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) bi boneya salvgera 7`emîn a Şoreşa 19`ê Tîrmehê daxuyaniyek da û tê de diyar kir ku şoreşa 19`ê Tîrmehê şoreşa 15`ê Adara 2011`an (şoreşa gelê Sûriyê ya li dijî rejîmê) temsîl dike.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:

“Destpêkirina Şoreşa Tîrmehê di 2012`an de ji bajarê Kobanê paytexta cîhanî ya berxwedana li dijî terorê, nûnertiya rast a şoreşa Sûriyê dike ku 15`ê Adara 2011`an dest pê kir. Ji bo pêkanîna nirxên rast ên şoreşê bi ser ket. Nûnertiya cewhera armancên xwe di avakirina civakeke demoratîk û azad de li dijî zîhniyeta dewletê ya desthilatdar û netewperest kir.

Hêzên herêmî bi rêya destekdayîna ji terorîstan re şoreşa gelê Sûriyê ji rêya wê ya rast derxist. Bi hezaran komên çekdar ku bi hezaran gelê me yê Sûriyê kuştin, ava kirin. Ew kom ber bi qada leşkerî ve birin. Sûriye veguherandin qadeke şer ku tu tiştê gelê Sûriyê tê de tune ye. Rola hikûmeta AKP`ê bi serkêşiya tevgera terorîst a cîhanî ya Erdogan a herî mezin di xêzkirina xetên sor ên nerast de, sereke bû.

Hinek hêzên herêmî û navdewletî ew komên çekdar ber bi rûxandina Sûriyê ve, talankirina xêr û bêrên wê, her wiha rûxandina binesaziya wê û vegerandina Sûriyê ji serdemên zilmê re şandin.

Dewleta Tirk a dagirker bi zanebûn bi rêya şerê li dijî tu nêzîkbûnên Sûrî – Sûrî nehişt ku tu guhertinên demokratîk di binesaziya civaka Sûriyê de çêbin, her wiha gelek hewldan kirin da ku tevlihevî di navbea pêkhateyên Sûriyê de çêbe.

Li gelek cihan bi ser ket lê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê tevî hebûna bi dehan pêkhateyên neteweyî, olî û eşîran, bi ser neket.

Bi hemû şêwazên leşkerî, îstixbaratî û çapemeneyê xwest Şoreşa 19`ê Tîrmehê anku şoreşa gelê Sûriyê pûç bike û li gorî berjewendî û çavbirçîbûna dagirkerî veguherînin. Dagirkirina Efrîn, Cerablus, Bab û Idlib û guhertinên demografîk ku dike, avakirina saziyên dewleta Tirk, rakirina hemû tiştên ku têkiliya wan bi Sûriyê û pêkhateyên wê ve ji wan herêman û rakirina ala Tirkiyê, tekeziyê li ser dagirkeriyê û qutkirina parçeyên ji xaka Sûriyê û tevlêkirina wê ji xaka Tirkiyê re diyar dike.

Bi rihê Şoreşa 19`ê Tîrmehê hemû pêkhate li paş hêzên xwe yên leşkerî ku ji zarokên herêmê û pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatine avakirin, bûne yek. Bi deh hezaran şehîd û birîndar dan. Şoreş bi şoreşa jinan ku rola wê di nava şoreşê de sereke bû, hat naskirin. Heta niha jî keyanê xwe yê civakî, siyasî, rêveberî, leşkerî û ewlehî ava dike. Li dijî terorîstan û alîgirên wan bi ser ket. Bi saya şervanên YPJ/YPG`ê û QSD`ê ku hêza yekemîn ku parastina destkeftî û pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir.

Bi vê boneyê em bang li hemû hêzên demokratîk û pêkhateyên Bakurê Sûriyê dikin ku li dijî berjewendiyên hêzên herêmî û navdewletî li Sûriyê û li dijî terora ku li dijî gelê Sûriyê ku bi sed hezaran ji gelê Sûriyê kuştin û bi milyonan neçarî koçberiyê kirin, bisekinin.

Xetereya terorê û dagirkeriyê heta niha berdewam e. Tişta ku terorê bi dest nexist li Bakurê Sûriyê pêk tîne. Hewl dide rihê terorê bi rêya tevliheviya mezhebî, neteweyî û olî ji nû ve vejîne. Tu çareserî ji bilî yekitî, hevgirtin û berxwedanê ji bo parastina destekfî û nirxên Şoreşa 19`ê Tîrmehê tune ye. Tenê bi rihê ku pê hat destpêkirin em dikarin jiyana azad berdewam bikin û şoreşa gelê xwe bi ser bixin.”

Back to top button